Jinên Êfrînî: Dê vîn û berxwedana me bi serkeve

Jinên Efrînê yên li navçeya Til Rifeta Şehbayê dimînin êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê şermezar kirin û gotin ku li hemberî êrîşan dê vîn û berxwedana wan bi serkeve.

HESNA MIHEMED

Şehba - Ji 10'ê Hezîranê ve dewleta tirk tevî çeteyên xwe hem êrîşên hewayî hem jî bejahî, li ser herêma Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi sed hezaran koçberên Efrînê lê dimînin didomîne. Bi wan êrîşan sivîl tên hedefgirtin û armanc ew e ku careke din berê wan bidin koçberiyê. 16’ê Hezîranê ber bi êvarê jî dewleta tirk a dagirker hemû pîvan û zagonên navdewletî binpê kir û nexweşxaneya navçeya Til Rifetê ku nexweşên sivîl derman dike kir hedefa êrîşên xwe. Di encama van êrîşan de 4 welatî birîndar bûn û rewşa du ji wan xeter e. Ev êrîş li seranserî gundewarên navçeyên Şehbayê û navçeya Şêrewaya Efrîna dagirkirî hefteyek e bênavber berdewam dikin.

Jinên Efrînê ku li navçeya Til Rifeta Şehbayê dimînin û berxwedana xwe bû 5 sal berdewam dikin bertekên xwe li hemberî êrîşên dagirkeriyê nîşan dan

‘Hedefa dewleta tirk Til Rifet e’

Zeyneb Silêman li ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser navçeya Til Rifetê wiha got: "Rewşa Til Rifetê ji yên din cudatir e. Her dem dewleta tirk hewl dide êrîşên xwe li ser Til Rifetê pêk bîne. Bi êrîşên hovane Til Rifetê xistiye armanca xwe. Bi balafirên keşfê êrîşên xwe li ser Şehbayê dide meşandin bi taybetî li ser Til Rifetê. Ev cara yekem e ku herêma Şehbayê bi balafirên keşfê dike armanca xwe. Her wiha nuqteyên Rûsya û Sûriyeyê hedef girt. Bêdengiya wan a li hemberî van êrîşan tê wateya lihevkirinek di navbera dewletan de."

‘Bi êrîşan hewl didin aloziya li herêmê kûrtir bikin’

Di dawiya gotinên xwe de Zeyneb Silêman da zanîn ku armanc bi van êrîşan ew e ku aloziya heyî li herêmê kûrtir bikin û wiha domand: "Armanc bi êrîşên ku bi riya balafirên dagirkeriyê tên kirin ew e ku dixwazin aloziya li herêmê berfirehtir û kûrtir bikin. Gel gelek zehmetiyên jiyanî li Şehbayê dikşîne. Nexweşxaneya Til Rifetê kirin hedef di encamê de gelek birîndar jî çêbûn. Divê hêzên Rûsya û Sûriyeyê ku li herêmê dimînin xwedî helwest bin li hember van êrîşan. Di heman demê de dorpêça hikumeta Şamê li ser me berdewam dike û jiyan di hemû waran de dijwartir bûye. Ev jî tê wateya ku hewl didin careke din berê me bidin koçberiyê. Berxwedana me li hemberî van êrîşan wê her dem berdewam bike."

‘Sivîlan hedef digrin’

Henan Elî jî bal kişand ser êrîşên ku wan pê hedef digrin û wiha pê de çû: "Topbarana dagirkeriyê li ser me bênavber berdewam dike. Duh nexweşxane hat hedefgirtin û zarokên me birîndar bûn. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Bi van êrîşan dixwazin me qir bikin û li warê berxwedanê me tune bikin. Balafirên keşfê her dem li ser asîmanê Şehbayê digerin û sivîlan armanc digrin. Em sivîl in û divê mafên sivîlan bên parastin."

‘Em Til Rifetê naterikînin’

Raniya Ehmed bertekên xwe li hemberî êrîşên ku tên kirin wiha anî ziman: "Til Rifet bi saya xwîn û keda zarokên me yên şehîd, ji çeteyan hat rizgarkirin. Em 5 sal in li vir berxwedana xwe berdewam dikin lê êrîşên dagirkeriyê ranawestin. Em bi hêsanî terka Til Rifetê nakin ji ber ku bi xwîna zarokên me hatiye avakirin. Armanca dagirkeriya tirk bi van êrîşan ew e ku hêz û berxwedana Kurdan li Şehbayê bişkîne."