Jineke din a Êzidî ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin

Rêveberê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên ji aliyê DAÎŞ'ê ragihand ku jina Êzidî ya bi navê A.D. a ku di sala 2014’an de ji Şengalê hatibû revandin, hatiye rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan

Rêveberê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên ji aliyê DAÎŞ'ê ve Huseyîn Faîdî bi daxuyaniyekê ragihand ku jina Êzidî A.D. piştî 9 salên dîlgirtinê hatiye rizgarkirin.

Huseyîn Faîdî agahî neda ku jin a ciwan li ku derê û çawa hatiye rizgarkirin û diyar kir ku jina 23 salî dema li Şengalê hate revandin 14 salî bû.

Faîdî ragihand ku heta niha 3 hezar û 574 jin ji destê DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin û got: "Li herêma ku jina Êzidî lê hate rizgarkirin 4-5 jinên din hene ku li benda rizgarkirinê ne. Dema ku ew jî hatin rizgarkirin wê navê cih û herêmê bê eşkerekirin."

Huseyîn Faîdî diyar kir ku hikumeta Iraqê heta niha ji bo rizgarkirina jinên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine revandin alîkarî bi wan re nekiriye û got, ji bo rizgarkirina revandiyan divê hikumet piştgiriyê bide wan.