Jinek û zarokek ji malbatên DAIŞ’ê radestî Danîmarkayê hate kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinek û zarokek ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeya Danîmarkayê kirin.

Navenda Nûçeyan – Duh şandeyeke fermî ya Danîmarkyê bi serokatiya nûnerê taybet ê Danîmarkayê yê Sûriyeyê Nicholas Harris serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande ji aliyê cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Robêl Baho ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Robêl Beho got herêm rastî êrişên dijwar ên li dijî binesaziyê, saziyên enerjiyê û navendên ewlekariyê tê û dewleta Tirk balafirên şer, balafirên bêmirov û topan bi kar tîne.

Beho bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan, binesazî û saziyên xizmetguzarî û ewlehiyê şermezar kir. Beho da zanîn ku ev êriş şaneyên çeteyên DAIŞ'ê teşwîq dikin ku li bajaran û kampan dîsa tev bigerin û li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrişan pêk bînin û bi vî awayî hemû hewldanên berê yên şerê li dijî terorê têk bibin.

Şanderê Danîmarkayê Nicholas Harris jî pesna hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên koalîsyonê da ku Danîmarka jî di nav de ye. Nicholas Harris her wiha got: "Em di wê baweriyê de ne ku pêwîst e fişarên li ser DAIŞ’ê dewam bikin da ku herêm aram bimîne. Danîmarka dê piştgiriya herêmê berdewam bike, ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê."

Di dawiya civînê de jinek û zarokek ên ji malbatên çeteyên DAIŞ'ê ku welatiyên Danîmarkayê ne, radestî şandeyê hatin kirin.