Zarok û jinên Êzîdî yên hatibûn rizgarkirin vegeriyan Şengalê

Di 1’ê Tebaxa Îsal de Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) 2 jin û zarokek Êzidî ji kampa Holê rizgar kirin, îro 2 ji wan vegeriyan Şengalê. Ji aliyê malbatê wan û TAJÊ ve bi germahî hatin pêşwazî kirin.

Şengal- Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) ji 2014’an heta roja Îro ji bo rizgar kirina zarok û jinên Êzidî ked û xebatên mezin didn meşandin. Di 1’ê Tebaxa îsal de 2 jin û zarokek keç ên Êzidî rizgar kirin û îro du  ji wan derbasî Şengalê bûn. TAJÊ û YJŞ’ê ew teslîmî malbatên wan kirin.

Tawaf Dawûd Çeto ku 24 salî ye di dema fermanê de temenê wê 15’e sal bû ji gundê Werdiyê ya Şengalê ye. Xunav Xelef 10 salî ye di dema fermanê de 3 mehî bû û ji gundê Koço ye. Bi coşekî mezin ji aliyê TAJÊ û malbatan ve hatin pêşwazî kirin. Piştî pêşwaziya ku bi gul û şekiran hate kirin daxuyanî hat dayîn

‘QSD’ê bi dil û canê xwe keçên me xilas dikin’

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo daxuyanî da û wiha got: “îro 2 keçên me xilas bûn. QSD’ê bi dil û canê xwe û xwîna xwe keç û xortên Êzidiyan rizgar dike û teslîmî mala Êzidiyan dikin ew jî teslîmî me dikin em jî wan digînin malbatên wan. Em dibêjin sed carî ser xêrêbe 2 keçên me rizgar bûne, emê wan teslîmî malbatên wan bikin.

Dayika Xunav keçika ku 3’ê mehî bû dema kete destê çeteyan de axivî û spasiya her hêzekê kir ku ji bo rizgar kirina keçên Êzidî ked dane û wiha got: “Mala xwedê ava keçên me rizgar kirin û ji mere anîn, mala her kesekî ava ku ji bo rizgar kirina keçên me ked dane. Qenciya wan ser serê me û em spasiya wan dikin.”

‘Ez spasiya YPJ’ê dikim wan min rizgar kirin’

Tewaf Dawid keça 24 salî yek ji êsîrên ku xilas bûye kêfxweşiya xwe ku vegeriya malbata xwe anî ziman û wiha got: “Di serî de spasiya YJP’ê dikim ku piştî 10 salan min ji destê çeteyên DAIŞ rizgar kirin. Îro bi saya vê hêzê ez gihiştim ser axa xwe. Spasiya mala Êzidiyan jî dikim û spasiya her kesekî ku ked da ji bo xilasiya me dikim. Spasiya min taybet ji bo wan hêza ye ku ji bo rizgariya me kedên taybet didin. Kêfxweşiya min nayê ser ziman.”

Xunav Xelef a 10 salî bi yek hevokê hestên xwe anî ziman û got: “ YPJ’ê min xilas kiriye û ez gelek kêfxweşim”.

‘Kêfxwşiya vegera keça min, nayê gotin’

Dayika Tewaf Dawid Gewrê Xelef hestên xwe bi van hevokan anî ziman: “Em bixêrhatina her kesî dikin. Tu carî qenciya hevalan jibîr nakim 2 keçên me xilas kirin. Ev deh sal bûn di destê çeteyan de bûn. Her kesekî ku bû alîkar em silav dikin. Bav û birayê van di fermanê de şehîd bûn. Lê her kesekî ku li vir kom bûye weke bav û birayê wane. Ji bo me hemûyan rojekî xweş e û em pir bikêf in. Bi vê kêfxweşiyê êşa şehadeta bav û birayê wê em jibîr dikin. Hevalan kêmaniyek nekir. YPG, YPJ’ê û asayişê kesekî kêmanî nekir û ji bo rizgar kirina keça me kedek mezin dan.”

‘Li me vegeriya’

Jinxala Xunav Xelef, Gulê Hidyan sipasiya hêzên Rojava hemûyan kir û wiha got: EZ hevjîna xalê Xunav im, em gelek kêfxweş û rehetin ku keçên me rizgar bûne. Kêfxweşiya me nayê ser ziman. Hêviya me ewe ku hemû êsîrên destê çeteyên DAIŞ’ê li me vegerin. Xunav 3 mehî ket destê çeteyan de û ev 10 salin çavê me li riya wê bû û îro li me vegeriya, mala xwedê ava.”

‘YPJ’ê keçên Êzidî xilas dike’

Endama Fermandariya YJŞ’ê Hêza Şengalî jî wiha got: “Îro 2 keçên Êzidî rizgar bûn û vegeriyan ser axa xwe. YPJ’ê ew rizgar kirin. ji sala 2014’an de ku PDK’ê û Îraq qaşo parastina civakê dikirin reviyan û civak dibin fermanekê de hiştin. Hêzên Rojava bi hewara civakê ve hatin. YPJ’ê ji wê demê de heta niha parastina zarok û Jinên Êzidî dike. Bi sedan zarok û jinên Êzidî rizgar kirine. Îro YPJ 2 keçên me rizgar kirin û teslîmî me kirin. Em spasiya wan dikin ku bi erkê xwe yê exlaqî radibin.”

‘Emê Tekoşînê bilind bikin’

Hêza Şingalî bal kişand ser lîstokên ku liser civaka Êzidî tên kirin kir û wiha berdevam kir: “Ji milekî keç û jinên Êzidî têne rizgar kirin û ji milê din jî planên qirêj ji milê PDK’ê û hikumeta Iraqê  ve tên kirin. dixwazin dîsa DAIŞ zindî bikin ji bo ku civaka me careke din di fermanan re derbas bikin. Weke tê zanîn keçên ku di destê çeteyan de ne, li ser çand û baweriyekî cûda ew mezin kirine. Dûrî çand û pîvanê civak û baweriya xwe mezin kirine. Em jî weke YJŞ’ê ji bo ku em berê wan bidin axa wan û wan li ser çand û baweriya wan mezin bikin, emê heta dawiyê ked bidin û emê tekoşînê mezintir bikin.”

‘YPJ’ê û QSD’ê bixwîna xwe keçên Êzidî rizgar dikin’

Endama Kordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî jî da zanîn ku rizgar kirina zarok û jinên Êzidî dilê her kesî xweş dike û wiha got: “Em pir kêfxweşin weke jinên Êzidî îro bi selametî du keçên me hatin û ji destê wan çeteyên hov xilas bûn. QSD’ê û YPJ’ê bi xwîna xwe di nava kampa Holê de zarok û jinên Êzidî rizgar dikin. Cihê kêfxweşiyê ye ku îroj em li vir amade bûne û em keçeke Êzidî teslîmî malbata wê dikin. E m bi hevalên QSD’ê serbilind in ku îro bi xwîna xwe ji bo ku keçên me xilas bikin kedên mezin didin.”