Jinek DAIŞ’î ji ber jinek Êzîdî wek kole bi kardianî hate darizandin
Jina DAIŞ’î a bi navê Hasna A. bi sûcdariya jineke Êzidî weke kole bi kardianî hate darizandin. Di encama darizandinê de jî 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Navenda Nûçeyan- Rûniştina biryardanê ya darizandina Hasna A. ya endama DAÎŞ'ê roja Çarşemê pêk hat. Hasna A. bi sûcdariya ku sala 2015'an dema li nava DAÎŞ'ê bû jineke Êzidî weke kole bi kardianî hate darizandin. Di encama darizandinê de jî 10 sal cezayê girtîgehê li Hasna A. hate birîn.
Bi vî rengî li Hollandayê yekemcar jineke tevlî DAÎŞ'ê bû ji ber kolekirina jineke Êzidî hate cezakirin.