Jinek Êzidî û 3 zarokên wê li Duhokê winda bûn

Hate ragihandin ku jinek Êzidî ya ji kampa Bedrê li gel 3 zarokên xwe, piştî ji bo biçe dixtor ji kampê derketin, êdî agahî ji wan nehate girtin û hîna çarenûsa wan nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan – Li gor nûçeya ANF’ê; jineke Êzidî ya bi navê Emşa Sêlim Hevend tevî 3 zarokên xwe yê bi navê Mahî, Amed û Sozvîn ku bi xwe ji komelgeha Girzerik a bi ser Şengalê ye û li ber Kampa Beedrê ya Dihokê dima, winda bûn. Emşa Sêlim tevî 3 zarokên ji bo biçe bijîşk bi rê ketin û ji wê demê heya neha nayê zanîn bê bi ku derê de çûne.

Li gorî agahiyên ku ji Kampa Beedrê hatine bi destxistin, duh sibehê li Emşa û 3 zarokên xwe li ber derê kampê li wesayîtekê siwar bûn û jê pêvtir ti agahî ji wê û zarokên wê nehatin girtin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di nava van salên derbasbûyî de bi dehan keç û jinên Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê winda bûne û heya neha çarenûsa wan jî ne diyare.