Jinê Urmiye: Em zîhneya mêr qebûl nakin

Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê jinên ku rastî tundtûjiyê hatine, diyarkirin ku wê dest ji têkoşîna xwe ya li beramberî zîhnyeta mêr bernedin û soza ku wê li ser rêya jinên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane bimeşin .

LARA JOHARİ

Urmiye – Li Îranê li dijî hemû zextên ku li beramberî jinê tên pêkanîn, jin têkoşîna xwe berdewam dikin. Jinên ku li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê jiyan dikin bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya têkoşîna jinê ji ajansa mere axivîn.

Çalakvan Hania Qadri ku der barê zanîsta siyasetê de lisansa bilind dike û li bajarê Silwan ya Îranê jiyan dike di destpêkê de 8’ê Adarê li hemû jinên ku ji bo azadiya xwe têkoşînê dike pîroz kir û destnîşan kir ku li welatek ku edalet lê neyî jiyan dikin de wiha got: “Jinên ku li dijî vê rejîma bê edalet, bi îrade têkoşînê didin meşandin hene.”

‘Ji ber hicab ji serê min ket birayê min toqat li min da’

Jinek ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide bal kişand li ser ew tundîtûjiya ku di nav de jiyan dike û wiha got: “Ev dû sale ez zewicîme, ez li gel malbata hevjinê xwe di heman malê de jiyan dikim. Rojekê hicaba min ji serê min ket, hevjîn û birayê min toqatek li min da. Ez li beramberî vê bêdeng bûm, ez dû canî bûm û ji ber zaroka xwe ez vê jiyanê jiyan dikim. Lê belê ez dest ji nivîsandinê bernadim. Heta ev hikumeta antî- feminist û antî-demokrat hebe, jin jî azad nabin.”

‘Azadiya xwe bi tiştekê nedin’

Fayqa ku di 16 saliyê de bi zorê hatî zewicandin, tudîtûjiya ku jiyan kiriye wiha anî ziman: “Dema ez bûm 18 salî ez dû canî bûm, hevjînê min şizofren bû, dû caran ben li stuyê min gerand. Di wê malê de jiyana min di metirsiyê debû. Min biryara berdan da lê min tu piştgirî nedît. Ev çar sale keça min nîşa min nadin. Ez ji biryara ku min girtiye ne poşmanim.”

Fayqa da zanîn ku divê hemû jin destpêkê ji xwe hez bikin û ev bang kir û got: “Ji bo mafê xwe têkoşînê bikin, azadiya xwe nedin bi tiştekê. Rê nedin hişmendiya mêr mafê we xesp bike. Hemû astengiyan derbaz bikin û bi xwe serbilind bin û têkoşînê bikin.”

‘Hişmendiya mêr qebûl nekin’

Elytra ku 8’ê Adarê li tevayî jinan pîroz kir û destnîşan kir ku weke jinekê rastî gelek zehmetiyan hatiye û tu caran dest ji têkoşînê bernedaye wiha got: “Peyama min ji bo hemû jinan bila hişmendiya mêr ya ku heye qebûl nekin û li gora wan jiyan nekin. Rêya diçe azadiyê di şoreşa jinê re derbas dibe. Bi sedan jin divê oxirê de jiyana xwe ji dest dan û di girtîgehan dene. Erka li ser milê me ewe ku  em li ser rêya wan bimeşin.”