Jinan wêneyê Denîz Poyraz bi Sûran ve kirin
Jinên li ber Deriyê Mêdînê yê Sûrên Amedê gihan hev û pankarta li ser wêneyê Denîz Poyraz heyî bi Sûran ve kirin. Jinan li nûnertiya HDP’ê ya li Taxa Çîmentepe Doga ya Navçeya Konak a Îzmîrê şîna Denîz Poyraz danî. Tifaqa Kurdistanî jî bi boneya bîranîna Danîz kombûn û daxuyanî dan.
Jinên li ber Deriyê Mêdînê yê Sûrên Amedê gihan hev û pankarta li ser wêneyê Denîz Poyraz heyî bi Sûran ve kirin. Jinan li nûnertiya HDP’ê ya li Taxa Çîmentepe Doga ya Navçeya Konak a Îzmîrê şîna Denîz Poyraz danî. Tifaqa Kurdistanî jî bi boneya bîranîna Danîz kombûn û daxuyanî dan.
Navenda Nûçeyan - Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Deniz Poyraz a di 17'ê Hezîranê de bi êrişa nîjadperestî ya li ser rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin li Deriyê Mêrdînê hatin gel hevdu. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Dilan Dirayet Taşdemir û Şevin Coşkun, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û gelek jin pankarta wêne û nivîsa "Denîz Poyraz nemir e" li ser, hilgirtin. Polîsan di destpêkê de destûr neda ku jin pankartê darde bikin, piştre diyar kir ku tenê 10 kes dikarin derkevin ser sûran.
Piştî daliqandina pankartê Parlamentera HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir di daxuyaniya ku da de diyar kir ew ê têkoşîna jinê li ser derê belav bike û Deniz Poyraz a hat qetilkirin bi bîr anî.
Jinan Şîna Denîz danî
Ji bo Denîz Poyraz a di êrişa çekdarî ya li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatibî qetilkirin, şîn hat danîn. Şîna Denîz Poyraz a duh hat definkirin, li Nûnertiya HDP’ê ya li Taxa Çîmentepe Doga ya Navçeya Konak a Îzmîrê hat danîn. Di şînê de wêneyên Denîz û dowîzên “Em soz didin Denîz, em ê aştiyê bînin” hatin daliqandin. Dayika Denîzê Fehîme û bavê wê Abdulîlah Poyraz, parlamenter, hevserokên bajêr, rêveber û endamên HDP’ê sersaxiyan qebûl dikin. Welatî di saetên serê sibê de hatin cihê şînê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Hat diyarkirin ku Dayikên Aştiyê wê piştî nîvro serdana malbatê bikin û sersaxiyê ji malbatê re bixwazin.
Koma Tifaqa Kurdistanî ji bo Denîz kombûn
Koma Tifaqa Kurdistanî têkildarî êrişa li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya de hat destnîşan kirin ku êrişên li dijî HDP'ê sedema xwe ji axaftina Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî digire.
Daxuyaniya tifaqê wiha ye: "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku berberiya di nav civakê de afirand, bi zext, bi rêbaz û bi zimanekî kîn û nefretê ya siyasetê li hember muxalifan bi taybetî jî li hember kurdan, bi polîtîkayên bêcezakirinê hate xelatkirin pêvajoya îro, êrişa hevserokatiya Bajêr a Îzmîrê ya HDP ê û qetilkirina Deniz Poyraz anî holê. HDP a ku di parlementoyê de sêyemîn partiya mezin e, qanûn û fermiyeta xwe ji Destûra Bingehîn a vî welatî, rewatiya xwe ji sindoq û ji bingeha civakê girtiye, her roj di serî de ji aliyê serokkomar û zatê di serê MHP ê de û ji aliyê çapemeniya alîgir ve wekî terorîst tê îlan kirin. Ev yek di Destûra Bingehîn de him sûc e û him jî sedema vê êrişê ye.
Doza girtinan a li hember partiyên ku siyaseta xwe li ser zemînên demokratîk dikin, astengiyên bêhiqûqî yên li hember partiyên ku dê nû vebin, siyasetmedarên ku di girtîgehan de rehîn tên girtin, bi dawîkirina peywirên Hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û bêhincet tayînkirina qeyûman, înkarkirina nasname, polîtîkayên asîmîlasyon û zextê ji HDP ê wêdetir êdî dide xûyakirin ku armanca wan çewsandina, helandina kurdan e. Me peyama desthilatdariyê ya ku bi êrişa Îzmîrê da me girt û bersiva me jî ev e; Em ê tu caran li hemberî we çok daneynin. Em dê tu caran navber nedin meşa xwe ya heq, edalet û azadiyê. Em ê tu caran li hember polîtîkayên we yên înkar, asîmîlasyon û tecrîdê serî netewînin. Em êrişa li hember Serokatiya HDP'ê ya Bajarê İzmîrê bi tundî şermezar û nalet dikin. Hevala me Deniz Poyraz a ku hate qetilkirin, xwedê bi rehma xwe şa bike û serê malbata me sax be. Li hember van êrişan em bang dikin ku hemû hêzên demokrasiyê û saziyên civakî yên sivîl piştgirî û hevkariyê bikin."