Jinan soza bilindkirina têkoşîna li hember kujerên jinan dan
Di panêla ku li bajarê Hesekê ji bo cezakirina kiryarên li hemberî jinan hat lidarxistin de, soza bilindkirina têkoşîna jinan a li hember van kiryaran hat dayîn û biryarên girîng hatin girtin.

Hesekê – Li bajarê Hesekê panêla di bin navê "Li şûna erkdarkirina wan a di cîhê biryardayînê de, em daxwaza darizandina kujerên jinan dikin" bi dawî bû. Di panêla ku Ofîsa Jinê ya di Yekîtiya Parêzeran de, Meclîsa Edaleta Jinê û Rêxistina Mafên Mirovan organîze kir de gelek jin amade bûn. Di panelê de nûnerên Meclîsa Jinên Sûriyeyê, parêzer, çalakvan û siyasetmedar ji giştiyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn. Panêl bi girtina biryarên derbarê darizandina kujerên jinan de bi dawî bû.
Biryarên ku hatine girtin, ji aliyê parêzer Henan Reşko ve hatin xwendin. Biryarên hatine girtin, wiha ne;
-Tewanbar û kesên ku jinên Sûrî qetil kirine ji holê bên rakirin.
-Parastina destkeftiyên jina Sûrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di nava Destûra nû ya Sûriyeyê de.
-Darizandina kujerên ku cîh di saziyên biryardayînê de girtine, kiryarên wan bên belgekirin û zagonên cezayan bên aktîvkirin.
-Li ser têgeha Îslama Demokratîk hişyarî bê kirin û rastiya Îslama siyasî di nava pêkhateyên Sûriyeyê de bên diyarkirin.
-Em wek jinên hiqûqnas, soza bilindkirina têkoşîna li dijî kujerên jinan didin. Her wiha li gor edaleta civakî û zagonan em ê bibin dengê jinên Sûrî yên azad.
Panêl bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bidawî bû.