Jinan serdana Emîne Şenyaşar kirin
Têkela ji jinên HDP û HDK’ê pêkdihat serdana çalakiya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a 42 roje didome kirin.
Riha - Emîne Şenyaşar a 3 ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kiribû bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 42 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “edaletê” çalakî li dar dixin. Malbata Şenyaşar roja şemî û yekşemê ji ber qedexeya derketina derve neçûn ber edliyê, serê sibê dîsa hat ber edliyê û çalakiya xwe domand. Jinên parlamenter û rêveberên HDP û HDK’ê serdana çalakiya wan kirin.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Dayikên Aştiyê di nava şandeyê de cih girtin û serdana xwe di çarçoveya kampanya “Ji bo jinan edalet” pêk anîn. Di serdanê de Emîne Şenyaşar lorand û destnîşan kir ku êdî ew nikare vê zilmê îdare bike û xwest edalet pêk were.
“Kujer dê cezayê xwe bikêşin”
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû axivî û diyar kir ku di şertek wiha de daxuyanî dayîn jî zilmek mezin e û tevî ku her tişt tespîtkirine jî lê dîsa edalet pêk nayê. Îdîl Ûgûrlû destnîşan kir ku heke pir dirêj jî berdewam bike wê heqîqet cihê xwe bibîne û kujer wê cezayê xwe bikişînin û ev kes ji aliyê civakê ve hatine cezakirin û kes wan efû nake. Îdîl Ûgûrlû anî ziman ku ew ji êş û kesera malbatê baş fêm dikin û ew ê her li cem malbatê bin û daxwaza edaletê bikin.
Endamên şandeyê piştî daxuyaniyê kêliyek li cem Emîne Şenyaşar rûniştin û piştgirî dan çalakiya edaletê.