‘Jinan rih da Şoreşa 19’ê Tîrmehê’

Endamên Kongra Star ên kantona Hesekê diyar kirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya jinan maf û azadiyên xwe ji bo pêşxistina civakek demokratîk bi dest xist.

DELAL REMAZAN

Hesekê- Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi pêşengiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat û gelek şoreş di nav xwe de dihewîne, ji aliyê hemû mafên cîhanê ve tê naskirin û bi hêz kirin 11 saliye. Endama Koordînasyona Kongra Star Rîma Mehmûd destkeftî û girîngiya şoreşê ku avakirina wê di pêşengiya jinan de didome nirxand.

Rîma Mehmûd diyar kir ku jin di dema Şoreşa Rojava û piştî şoreşa Rojava de cihê xwe di nava berxwedanê de girt û got:“Min jî weke gelek jinan erka parastina xaka xwe, gelê xwe û şoreşa xwe girt ser xwe. Ez beşdarî şoreşê bûm û beşdarî avakirina meclîsên herêmî bûm." 

Rîma Mehmûd da zanîn ku li gelek welatan şoreş çêbûn, lê jin di şoreşê de û piştî şoreşê herî zêde hatin paşguhkirin û wiha gotinê xwe domand: “Jinan di Şoreşa Rojava de roleke girîng lîstin û hêza xwe ya pêşengtî û beşdarbûna di her qadê de îspat kir. Bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jin bi rêya komînan û piştre jî bi rêya Rêxistina Mala Jin, Kongra Star û Sara hatin rêxistinkirin. Her wiha li hemberî koçberkirin û êrîşên berdewam Yekîneyên Parastina Jin hatin avakirin.”

'Divê em destkeftiyan biparêzin'

Rîma Mehmûd di berdevamiya axaftina xwe de wiha pêde çû:"Em bi şev û roj ji bo serkeftina şoreşa xwe dixebitin. Di dema ku hêzên me li eniyan şer dikirin, me hewl da ku di warê perwerde, rêxistinî û mafên jinan de hişmendiya xwe bilind bikin. Bi hevgirtin û hêza xwe me planên welatên kapîtalîst ên peymana Lozanê îmze kiribûn şikandin û Ji bo vê jî divê em destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya di salvegera 11’emîn de ye biparêzin."

'Wekhevî li qadan hat pêkanîn'

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Nîda El-Saleh axivî û diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye amûra destkeftiyên mezin û wiha dewam kir: "Şoreşê derfet da jinên Ereb ku li dijî kevneşopî û adetên kevneperest ên ku mafên wan binpê dike, li ber xwe bidin. Jin bi awayekî rasterast û bi bandor beşdarî serkeftina şoreşê bûn. Jinan roleke mezin di pêşxistina projeya xweser a jinan de lîstin. Ev tê wê wateyê ku wekhevî li ser erdê tê kirin, berevajî welatên ku doza demokrasiyê dikin û beşdarbûna jinan di biryardanê de fermî dimîne.”

'Divê em destkeftiyên şoreşê biparêzin'

Nîda El-Saleh gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Bêyî azadiya jinê civak azad nabe” bi bîr xist û got: “Beriya her tiştî divê em destkeftiyên şoreşê yên ku girîngiyê dide azadiya jinê, biparêzin. Ne tenê li eniyên sînor, li hundir û derveyî civakê têkoşînek heye. Bi taybet li dijî çanda jinê û destkeftiyên ku di şoreşê de bi dest xistine şerek heye. Ji bo bidestxistina azadiya xwe me rêyeke dûr û dirêj derbas kirine, lewra parastina destkeftiyên şoreşa xwe erka me ye.”