Jinan malpera tevna ‘Ew şaredarî ya min e’ ava kirin

Ji bo hilbijartinên herêmî ên Beyrutê ku wê di 2024’an de were li darxistin de, jinan ji niha ve dest bi xebatan kirin. Jinên ku tevan bi navê ‘Ew şaredarî ye mine’ û malpera wê ava kirin hedef dikin ku hişmendiyê bidin avakirin.

SUZAN EBU SAİD

Beyrut- Li Beyrutê jin xwe ji bo hilbijartinên herêmî ku wê di 2024’an de bê lidarxistin amade dikin. Jin divê çarçoveyê de tevna bi navê ‘Ew şaredarî ya mine’ avakirin malpera wê jî avakirin.

Seroka tevna ‘Ew şaredarî ya mine’ Vicky Zwen da zanîn ku hilbijartina ku dû salan hatî taloqkirin di wv hêviyene ku sala pêşiya me were lidarxistin, tevna ‘Ew şaredarî ya mine’ avakirin û diyarkir ku hedefa wan ewe ku di rêveberiyên herêmî de hêjmara jinan zêde bikin.

Dixwazin di hemû pêvajoyan de jinan bejdar bikin

Vicky Zwen wiha got: “Me fikirî ji bo li gund û bajarokan xebat cardin zindî bibe, pêwîstî bi hewldanek wiha heye. Di nava xebatên mede, di rêveberiyên herêmî de rola gel ya giring cardin zindî bibe ji bo gel li cihên vekirî wê civîn werin çêkirin. Bi armanca avakirina lîsteyên hilbijêran ji derveyî perwerdeya jin û mêran, wê nîqaş jî werin pêşxistin. Pêwîstiyên herêmî wê werin lêkolînkirin, analîzkirin û li gel gelê heremê di mijarên giring de me xwest danûstandinan ava bikin. Em dixwazin xwe bigihînin çareseriyên berdewam.”

‘Divê hîn zêdetir jin bejdar bibin’

Vicky Zwen destnîşan kir ku ên ku di hilbijartinên şaredariyan de bibin namzet, jinên ku berê û niha hatin hilbijartin jî di navde malper avakirin û wiha dom kir: “Di malpera me de wê ceribandin û serkeftinên jinan were parvekirin. Der barê guherînê de hêza zextê avakirin û di asta herêmî de di pêvajoyên biryargirtinê de cihgirtin, pêwîstî bi hîn zêdetir bejdariya jinan heye. Li gel UND hinek rêze bername û bi hevbeş  di komxebatek li taxa Achrafieh ya Beyrutê me melpera tevna ‘Ew şaredarî ya mine’ xist meryetê. Di tevna mede zêdeyî 35 namzetên jin û jinên endamên berê ên şaredariyê hene. Niha ji 51 endamên berê û niha yên şaredariyan hene. Em di wê heviyê dene ku bi bejdariya jinên mayîn wê ev hêjmar hê zêdetir bibe.”

Li cihên vekirî wê civin ji bi gel were çêkirin

Vicky Zwen xebatên tevnê wiha rêzkir û got: “Di nava xebatên me de ya herî giring wekhevî û bejdariya jinan di xebatên siyasî de ye. Em balê didin cihgirtina jinan di rêveberiyên herêmî û bi giştî di pozisyona biryargirtina li welat de. Emê civînên xwe bi hemû herêm, bi hemû komên civakê û cihên ji gel re vekirî, ji derve û hinek caran jî li parqa emê bikin. Bi taybet em dixwazin giringiya bejdariya jinan ya divê hilbijartinê de yan ji di meclisên şaredariyan û di navendên biryargirtinê de rola wan a giring bi teyîsinin.” 

‘Hebûna jinan giringe’

Pispora zayendiya civakê û şêwirmenda tevnê Abeer Şabaro bal kişand ser giringiya hebûna jinan di meclîsên şaredariyan de û wiha got: “Ji ber jin ji derveyî pêşxistina berdewam di pêşxistina civakê de jî bi sûdin û bi perspektîfên cûda li bûyeran meyze dikin. Niha jî ya heyî, piranî nîne. Hebûna jinan di meclîsên şaredariyan de heye, hebûna jinan di dabinkirina xizmeta perwerde û tendirûstiyê de jî giringe. Ev navend di heman demê de qalib şikandin, ketina jinan di qada aborî de  û têkoşîna wan ya li beramberî tundîtûjiyê, teşwîqî projeyên pêwîstî pê heyî dikin.”

‘Em çîrokên serkeftinê derdixin pêş’

Abeer Şabaro bal kişand ser wekheviya zayendiya civakê û got: “Jin di mijara bejdariya hilbijartinê de rastî pirsa ku birayê te heye çima di axivî? Tên. Di sala 2010’an de dema ku ez ji şaredariyê bûm namzet, rewşek bivî awayî bi serê min hat. Hemû malbat hat pêşberî min got ‘mêr  hene çima tû.’ Gelek çîrokên wiha hene. Ev tevan ji bo parvekirina çîrokên jinan gelek bi sûd in. Em kengê behsa wekheviyê dikin em li modelan digerin. Ji ber vê jî em çîrokên serkeftinê derdixin pêş. Bi taybet jinên di şaredariyan de di xebitin em weke rol model didin nasîn. Mezinkirina nifşên nû û di mijara wekheviyê de hişmendîkirin gelek giring e.”