Jinan li Stenbolê starta 8’ê Adarê dan

Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Kadikoyê meş li dar xist û bi banga: "Em ê 3'ê Adarê roja Yekşemê saet di 16.00 de ji bo jiyan, maf û azadiya xwe li Pira Beşîktaşê ya Kadikoyê bin" kir.

Stenbol- Jinan a 8’ê Adarê starta bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi belavkirina belavokan li Kadikoy a Stenbolê da.Bi dehan jin li ber Operaya Surreya hatin gel hev û belavokên bi sernavên ‘li dijî xizanî, tundî, binpêkirin û şer têkoşîna me heye’ belav kirin û bang li hemû jinan kirin 3’ê Adarê de saet di 16’an de li ber Îskeleya Beşîktaş a Kadikoyê bên gel hev.

Jinan ligel muzîkan blavok belavkirin û ji aliyê derdorê ve eleqeyek mezin dîtin. Li ser navê platformê Tulay Korkutan axivî û da zanîn ku ew wek platform faliyetên 8’ê Darê li gelek deverên Stenbolê dimeşînin. Tulayê daxuyakirin ku wê li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşîna xwe mezin bikin.

Bername bi dirûşmeyan bidawî bû.