Jin li ser xweparastinê nîqaş kirin

Hêzên Parastina Jinên Beth Nehrîn û Sotoro Jin li ser “Xweparastina jinê mafekî rewa ye ji bo azadiyê” li bajarê Qamişlo panêlek li dar xistin.

Qamişlo - Bi pêşengiya Hêzên Parastina Jinên Beth Nehrîn û Sotoro Jin li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panêlek li ser mijara “Xweparastina jinê mafekî rewa ye ji bo azadiyê” hat lidarxistin.

Panêl bi yek deqe rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê Rêvebera Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Metlê axivî.

Ilham Metlê destnîşan kir ku jin di her warê jiyanê de têkoşîn dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em dibêjin ku jin bingeha civaka mirovî ye. Jin rihê jiyanê bû, ew xwedawend bû, bê guman jin sitûna ku jiyana kevnar li ser disekinî bû. Carê em dibêjin jin pirtûk e. Ev pirtûk dema ku mirov dixwîne, gereke mirov her rûpelekê baş bixwîne û bi hezkirin fêm bike ji destpêka zayîna te roja îro. Di dirêjahiya dîrokê de roleke jinan a girîng hebû, taybet di keşifkirina berhem û pêdiviyên jiyanê yên sereke de, lê mixabin dema ku berhem zêde bû, mêran hîs kir ku jin xeter e li ser wan û dest bi tunekirina rola wan kirin.

Tevî hemû komkujî û fermanên ku li ser gelên Suryan pêk hat, jinan bi hêz û îradeya xwe dikarîbûn wekheviya di navbera jin û mêr de bi dest bixin. Jina Suryan parastina çand û zimanê xwe kir. Di nav şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûna xwe diyar kir, di nav hemû waran de cih girt ji siyasî, aborî, civakî û perwerdeyê. Di heman demê de dikarîbû di nav hêzên leşkerî de cih bigre, beşdarî parastina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terorê û êrişên hov yên cuda.”

‘Pêkhateyên me parastina tevahî cîhanê kirin’

Di panêlê de, Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed beşdarî nîqaşê bû û bal kişand li ser hevgirtina jinên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo êrişan û got: “Pêwîst e jin parastina hebûna xwe bike. Divê li benda kesî nemîne ji bo ku bi vê erkê ve rabe. Jinên Suryan jî li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaniyek dan meşandin di warê leşkerî de û bûn nimûneyek di rêxistinbûyîna xwe de ji bo cîhanê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate parastina tevahî gelên cîhanê kirin.”

‘Avakirina pergaleke parastinê taybet bi jinan’

Rûksen Mihemed li ser girîngiya avakirina pergala parastinê ji jinan re teqez kir û wiha bi dawî kir: “Li welatên cîhanê hewl didin ku rola jinan biçûk bikin, loma wê beşdarî artêşên giştî dikin û bi hişmendiya mêran tevdigerin. Lê li ser vê axê jin bi hêz û îradeya xwe bi awayekî xweser artêşa xwe ava kiriye. Li vir jin bi xwe, xwe û gelên xwe bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê em li ser girîngiya avakirina pergaleke parastina a taybet bi jinan, tekez dikin.”

Girîngiya xweparastinê ji bo jinan

Rêvebera Hêzên Sotoro Jin Ruba Qewmê li ser girîngiya bihêzkirina hişmendiya jinan li ser xweparastinê û girîngiya wê ji me re axivî û got: “Armanca me ya sereke xurtkirina hişmendiya jinên civakê di warê leşkerî û xweparastinê de ye. Pêwîst e ku jin karîbe parastina xwe, civaka û axa xwe bike. Me bal kişand li ser gelek xalên girîng jê jî rola jinan di şikandina hişmendiya mêrperest û kevneşopiyên civakî yên paşverû. Îro em dibînin çawa jin û mêr li kêlek hevdu çek hildigrin ser milê xwe û li dijî teror û dijmin şer dikin. Jinan ji bo parastin, maf û hebûna xwe bû şervan. Peyama min ji bo tevahî jinan ku beşdarî hêzên xwe yên leşkerî bibin ji bo bihêzkirina kesayeta xwe û parastina xwe ya rewa.”

Di panêlê de, li ser xebatên Hêzên Parastina Jinên Beth Nehrîn û Sotoro Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sinevizyonek hat pêşkêşkirin. Panêl bi nîqaşan bi dawî bû, jinên beşdar jî bi nêrînên xwe beşdarî nîşqaşên li ser babetên panêlê bûn û li ser girîngiya bihêzkirina jinên Suryan, parastina çand û hunera Suryanî û parastina gel ji ferman û êrişên nû, tekez kirin.