Jinan li qada ku Fatma Akdenîz lê hat qetilkirin çalakî pêkanîn

Jinên ku li Stenbolê, cihê Fatma Akdenîz hat qetilkirin çalakî pêkanîn diyar kirin ku ew ê dozê bişopînin û gotin, "Polîtîkayên desthilatdar ên mêr-mêtinger, dijminê jinan, homofobîk û bi politîkayên marjînalîzekirinê her roj jiyana me dike armanc."

Stenbol - Jina bi navê Fatma Akdenîz ji hêla hevserê xwe Tekin Akdenîz li Qada Mahallesi a Eyup Guzeltepe ya Stenbolê hate qetil kirin. Tora Piştevaniyê ya Nurtepe Guzeltepe li cihê ku Fatma Akdenîz lê hat qetilkirin çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Qanûnê pêk bînin, kustinan rawestînin!, tehmûla me tüneye, kesek din kêm bibe" hate vekirin, û diwîzên" Ne jinan, qetîlan darizinîn " hatîn hildan. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Zûleyha Gulûm û gelek jin bêşdarî çalakiyê bûn.
"Di 6 mehên destpêka salê de herî kêm 180 jin hatin qetilkirin" 
Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku mêran di 6 mehên destpêka salê de herî kêm 180 jin kuştine ku piraniya komkujiyên jinan wekî mirinên bi guman hatine nîşandan û got, "Hikûmata mêr-serdest, mêtinger, homofobîk û Polîtîkayên marjînalîzekirin her roj jiyana me dike armanc.” Di daxuyaniyê de gotinên Wezîrê Karên Hundir ku komkujiyên jinan kêm bûne û kuştinên kiryar nediyar tune bibîr xistin û gotin, "Wezîrê Karên Hundir derewan dike. Kuştin, şîdet, destdirêjî, gendelî û tundutujî perçeyek ji pergala we ya qirêj diherike.”
"Kujer serbest hatin berdan" 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her jinên li Tirkiyeyê dijîn her kêlî bi şîdet û gefan re rû bi rû ne û wiha hat gotin: “Ji her beşê civakê jin dixwazin li dijî şîdeta mêr xwe biparêzin. Dema ku kiryar hatin berdan; bi qanûna darvekirinê ya ku bi hinceta pandemiyê hat derxistin, kiryarên şîdet û kujeran serbest têne berdan. Lê jinên wekî Nevîn Yıldırım, Aylin Işık, Gulşen Bilgi neçar in ku jiyana xwe biparêzin hîn jî di girtîgehê de ne. Jiyana xwe parastin û xwadî mafên xwe derketin ne sûce.” Di dawiya daxuyaniya de hate diyarkirin ku  şopdarên dozê bin û bang li hemû jinan hate kirin ku piştevaniyê zêde bikin.
Çalakî, piştî dirûşma "Fatma Akdenîz serhildana me ye " bi dawî bû.