Jinan li dijî guhertina Zagona Rewşa Kesane helwest nîşan dan

Jinên Partiya Komunîst a Kurdistanê li Silêmaniyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin û bang li jinên Iraqî kirin ku li dijî pêşnûmeya sererastkirina zagna kesane helwesteke tund nîşan bidin.

Navenda Nûçeyan-Li navenda Partiya Komînîst a Kurdistanê ya li Silêmaniyê, Rêxistina Jinên Zehmetkêşan ên Kurdistanê, Rêxistina Komeleya Afretên Kurdistanê û Rêxistina Geşepêdanên Kurdistanê, li dijî hewldanên ji bo guhertina di yasaya kesî ya jimara 188 ya sala 1959’an ya Iraqê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de ji bo rawestandina hewldanên kûrkirina zihniyeta mezhebî û mêrane, banga xurtkirin û zêdekirina zextên giştî hate kirin.

Daxuyanî ji aliyê Çalakvana mafê jinan Sebriye Reşîd ve hate xwendin û wiha hate ragihandin: “Projeya serrastkirina yasaya kesayetî ya li Parlamentoya Iraqê hewleke ji bo vegerandina serwerî û desthilata dezgehên olî ye. Guhertina di yasayê de ku pêşkêşî Parlamentoyê hatî kirin, ne di berjewendiya civak, hevsengiya jin û mêr û parastina malbatê deye. Hemû hewldanên ji bo guhertina di yasayê de û rakirina wê, di çarçoveya kampanyayek rêxistinî deye ku li dijî berjewendiya civaka sivîl û ji bo paşveçûnê kar e.

Em wek Rêxistinên Jinan piştgiriya parastina yasaya kesî ya jimara 188 ya sala 1959 a Iraqê dikin. Ji bo wê em bang li jinan û civaka sivîl dikin ku bi zext û hewldanek zêdetir rêgirî li hewldanên ji bo guhertina vê yasayê tê kirin, bikin ku li Parlamentoyê re neyê derbaskirin.”