Jinan li Şehbayê gotin: Rêber Apo kilîta çareseriyê ye

Ji jinên ku beşdarî çalakiya konvedanê ya li dijî komploya 9’ê Cotmehê bûn, gotin: “Îmralî deriyê aşîtî û azadiyê ye divê bê vekirin û Rêber Apo fîzîkî bê azadkirin. Ji ber ew kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”

Şehba – Di bin diruşmeya "Na ji bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a navdewletî ya li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin re" li kantona Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger herêma Efrîn-Şehba li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dikeve 25. sala xwe, kona xwepêşandanê vedan.

Di çalakiyê de tevahî gelê Efrîn û Şehba her wiha saziyên herêmê beşdar bûn û nerazîbûnên xwe li dijî komployê nîşan dan. Çalakî li qada navçeya Fafîn a Şehbayê bi xemilandina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ev du rojan berdewamkir û îro bi dawî bû. Jinên ku beşdarî çalakiya şermezarkirina komploya navnetewî bûne nêrînên xwe parvekirin.

'Felsefeya Rêber Apo kilîta çareseriyê ye'

Ji şêniyên Şehbayê Zaxocan Hisên salvegera 25'emîn a komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Di vê komployê de dewlet tevahî destên xwe dan hevdu, di kesayeta Rêber Apo de li dijî gelê Kurd komplo pêk anîn. Yek ji wan welatan Sûriyê bû ku di 9'ê Cotmehê de bi komployekê navnetewî Rêber Apo ji Sûriyê derxistin ev jî destpêka komployê bû. Dîlgirtina Rêber Apo tê wateya tirsek ji fikir û felsefeya wî heye. Ji ber ku fikirên wî li dijî siyaseta desthiladariyê ye.”

Zaxocan Hisên anî ziman ku ew ê li dijî komployê her roj li ser lingan bin û wiha bidawî kir: “Wê fikira Rêber Apo ya Netewa Demokratîk bibe bersiva tevahî pirsgirêkên moderînteya kapîtalîst ê ku rojane dunyayê talan û wêran dike, ji bo vê jî em tu carî dev ji têkoşîn bilindkirinê bernadin heya ku em dighînin armanca xwe."

'Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye'

Dayîka dû pakrewanan ku di doza azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane Hacer Miho jî bertekên xwe li dijî komploya navnetewî wiha anî ziman: "Em di bin konê rûmetê de îro amade bûne, ji bo ku bertekên xwe li dijî komploya navnetewî bidin nîşan dan ji cîhanê re û banga azadiya Rêber Apo bilind bikin. Êdî bes e ji tecrîd û komployê re, em azadiya Rêber Apo dixwazin. Xeyala me ew e ku em rêber Apo di nav xwe de bibînin û bi hevdu re jiyanek azad û rûmet bijîn.”

Hacer Miho ya got “Rêber Apo fîzîkî dîl girtiye lê fikir û felsefeya wî di nava gelan de dijî” bi vê pêyamê dawî li axaftina xwe anî: “Bi girankirina tecrîdê li ser Rêber Apo tu carî nikarin vîn û berxwedana me bidin çewsandin. Îmralî deriya aşîtî û azadiyê ye divê bê vekirin û Rêber Apo bê azadkirin ji ber ew kilîta çareseriya pirsgirêkên ku em niha dijîn. Tevahî gelên Rojhilata Navîn azadiya wan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye."