Jinan ji Xezayê ji bo jinên girtî bang li raya giştî kirin
Jinên Filistînî bi armanca piştgiriya bi jinên Xezayê re hatin ba hev, bang kirin ku binpêkirina mafên jinên girtî were dîtin û bêdengiya di raya giştî ya navneteweyî de bi dawî bibe.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Yekitiya Jinên Filistînî, bi armanca piştgiriya bi jinên girtî yên Xezayê re, bi rêxistinên jinan re hat ba hev. Endama Sekreteriya Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê Etîdal Abu Qamar di çalakiyê de axivî bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo hemû hukmên ku di sala 1949'an de de ji aliyê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve ketine bin temînatê, Peyman Cenevreyê ya 4’emîn pêk bîne û ji bo sûcên li dijî jinên di girtîgehan de tên kirin bişopîne komîteyek zagonî were avakirin.
‘Em li gel çalakvanên jin in’
Aktivîsta femînîst Samaher Al-Masry jî got: “Li dijî mercên zor û pêkanînên şîdetê em hewl didin destekê bidin girtiyên jin û li wan bin.” Samaher Al-Masry, got ku êrîş û şîdeta li ser jinên girtî, ji ber tecrîd, tacîz û zextan, ew rewşa li girtîgehan dişopînin Samaher Al-Masry, ji sazî û civaka navneteweyî xwest ku destekê bidin jinên girtî yên Filistînê, rewşa wan a li girtîgehê bişopînin û mafên wan werin dayîn.”
‘Bila bêdengî bi dawî bibe’
Aktivîsta siyasî Maryam Abu Daqqa jî got: “Em jin bi taybetî divê ji bo jinên girtî yên ku rastî îşkenceyên herî giran û şîdeta sîstematîk tên, piştgiriyê bidin. Em ji bo vê yekê hatin li vir.” Şair Rehab Kanaan jî, xwest ji bo rûmet û mafên jinên girtî werin bidestxistin, bêdengiya navneteweyî bi dawî bibe.”
‘Jinên girtî ji dermankirin û dermanan bêpar hatine hiştin’
Umeyme El-Aga ya ku di sala 1990’an de hat girtin û dûre hat berdan jî behsa şîdeta ku li girtîgehê li wan hatiye kirin kir û wiha got: “Li ser riya Erezê min leşkerek ku xwest di trafîkê de min tecîz bike kir kir. Ji ber wê hatim girtin û 17 cezayê girtîgehê li min hat birîn. Di sala 1997’an de ez rastî şîdeta fizîkî û derûnî hatim û min xistin tecrîdê. Dema ku ez hatim girtin ji ber ducanî bûm, tendirustiya min nebaş bû. Du mehan di lêpirsînê de mam. Dûre min şandin girtîgeha navendî. Ez rastî lêgerîn, tecrîda tenê û lêdanê hatim. 7 salan di girtîgehê de mam. Di encama peymanên cur be cur ên bi rayedaran re hatim berdan. Rewşa hukumxwariyên jin cidî ye. Tevî tacîza fizîkî, derûnî û gotinên xirab, hêdî hêdî te terkî mirinê dikin. Ji derman û dermankirinê mehrûm dihêlin.”
Girtiya bi navê Wafaa Al-Biss a serbest hatiye berdan jî behsa tacîz, şîdeta fizîkî û derûnî û tecrîda li girtîgehan kir.