Jinan ji Wanê bang kirin: Emê tecrîdê bişkînin û azadiyê pêk bînin
Jinên ku li Wanê bi boneya 25’ê Mijdarê li parka Mûsa Anter li hev kom bûn gotin ”Em ê bi şikandina tecrîdê jiyana azad a jinê ava bikin” û diyarkirin ku jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bûne yek.
Navenda Nûçeyan-Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşmeya "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" meş li dar xist. Parlamentera HEDEP'ê ya Wanê Gulcihan Kaçmaz Sayyîgît, Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Wanê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê, Komeleya Jinan a Starê û gelek jin tevlî meşê bûn. Jinên ku li ber Nexweşxaneya Hayatê kom bûn wêneyên jinên hatine qetilkirin û dovîzên "Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê"û "Hûn ê me qir bikin, xwelî li serê we be" hatin bilindkirin. Her wiha pankarta "Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi 25'ê Mijdarê ve" hat vekirin.
Jinan ji vir ber bi Parka Musa Anterê ve bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Zindanan", "Bijî Berxwedana Zindanan", "Ne ji jinan re AKP'ê re barîkat", "Nagihan Akarsel vîna me ye", "Evîn Goyî vîna me ye " berz kirin ve meşiyan.
Li ser navê jinan daxuyanî ji hêla Hevseroka HEDEP'ê ya Wanê Gonul Uzunay ve hat xwendin.
‘Biryara xwe ya têkoşînê dubare dikin’
Gonul, di destpêkê de jinên ku li çar aliyê cihanê di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr anî û got di encama polîtîkayên şerên netew dewletan de ji Afganîstanê heta Rojhilat, ji Filistînê heta Rojava ew êşa jin, zarok û mirovên di êrîşên heta niha de jiyana xwe ji dest dane hîs dikin û soza xwe ya mezinkirina hevgirtina jinan parve dikin û dubare dikin. Gonul, anî ziman ku jin ji çar aliyên cihanê hatin gel hev û hêrsa xwe ya li dijî tundiya li ser jinê tînin ziman û biryara xwe ya têkoşînê dubare dikin û wiha domand: “Em hêrs û vîna xwe ya li dijî koletî û komkûjiyên jinan bi rêxistin dikin û biryarbûna xwe mezin dikin. Em dizanin ku desthilatdariyên baviksalarî bi polîtîkayên tundiya li ser jinê, komkûjiyê, tecrîdê û tundiya li ser civakê hebûna xwe didomîne. Her cure êrîşên zayendparêz, bi taybetî tacîz, destdirêjî, kuştin, şerê taybet, tundiya zayendî û îşkenceya li ser jinan, çavkaniya xwe ji desthilatdariyê digirin. Desthilatdar, pêşîgirtina tundiya li ser jinê berde, bi pêkanînên xwe teşwîqê vê yekê dike.”
‘Desthilatdar dijminatiya xwe ya jinê da nîşandan’
Gonul, bi lêv kir ku desthilatdara AKP-MHP-Hudapar hem bi axaftin û polîtîkayên xwe û hem jî bi pêkanîn û pratîkên xwe gelek caran nîşan daye ku dijminê jina ye û wiha pê de çû: “Di sûcên nîjadperestî, olî û zayendîperest ên li hemberî gel, jin û zarokan de, kujerên jinan bi ‘qanûnên efûyê’ û ‘kêmkirina tehrîqa neheq’ ên li ser polîtîkayên bêcezakirinê hatin dayîn û tên xelatkirin. Sûcên ku bi unîformayên cil û bergên xwe li dijî jinên Kurd û zarokên Kurd pêk tînin jî weke bêcezakirinê tên dîtin û tên xelatkirin. Di vê 25’ê Mijdarê de em soza xwe ya ji bo Îpek, Gulîstan, Esra û bi hezaran jinên hatine qetilkirin dubare dikin; Em ê polîtîkayên şerê taybet, êrîşkar, qirkirin û qirkirina jinan têk bibin û heta jin azad bibe em ê têkoşîna xwe berfireh bikin.”
‘Em ê tecrîdê bişkînin jiyana azad a jinê ava bikin’
Gonul, bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ew ê tecrîdê bişkînin û jiyana azad a jinê ava bikin. Gonul, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdarên ku dixwazin têkoşîna jinan a ku li dijî tundî, polîtîkayên qirkirina jinê û pergala serdest a mêr li ser asta cihanî, herêmî û xwecihî bi rêxistin dike dixwaze asteng bike, dest bi polîtîkayên xwe yên mêtingerî û dij-civakî yên ku ji bo berdewamkirina têkoşîna xwe kûrtir dikin hebûna xwe, bi polîtîkayên tecrîdê yên ku bi pêşengiya Rêberê Modernîteya Demokratîk Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêş xistin. Polîtîkayên tecrîdê yên ku nêzî çaryek sedsalê dewam dikin, di van demên dawî de şeklê tecrîda mutleq girtine. Bi kûrbûna tecrîdê re pirsgirêkên civakî jî kûrtir bûn û veguherî krîzên piralî. Li Rojhilata Navîn polîtîkayên şer û kaosê roj bi roj kûrtir dibin û hemû maf û azadiyên bingehîn tên rawestandin. Em jin dizanin ku tecrîda ku tê xwestin bê meşandin girêdayî paradîgmaya azadiya jinê ya Birêz Ocalan e. Lê em dubare dikin; Navnîşana çareseriya şer û kaosa li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd muxatabê wê Birêz Ocalan e. Em biryardariya xwe ya şikandina tecrîda mutleq û avakirina jiyana azad a jinê, ji bo jiyanek bê şer, bê kedxwar û dadmendî didin nîşandan.”
‘Têkoşîna jinê nayê darizandin’
Gonul, destnîşan kir ku têkoşîna jinê nayê darizandin û wiha domand: “Dewleta mêtînger yek ji polîtîkayên xwe yên êrîşa li dijî têkoşîna me jinan bi piştgiriya darazê dimeşîne. “Pergala hevserokatiyê”, saziyên jinan, parlamenter, hevşaredarên şaredariyan, rojnamegerên jin, hunermend û jinên têkoşer tên sûcdarkirin û girtin. Hema bêje bi operasyonên qirkirina siyasî tundiya edlî tê kirin. Têkoşîna jinan tê krîmînalîzekirin û heta têkildarî 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de jî doz tên vekirin. Bi taybetî li dijî girtiyên nexweş li girtîgehan polîtîkayên faşîst, nîjadperest û zayendperest tên meşandin. Înfaz tên şewitandin û pêkanînên kêfî tên kirin. Dema em diçin 25’ê Mijdarê, ez careke din bang li desthilatdariyê dikim; em jin bi dirûşme, tilîlî û rengên xwe li vir in. Em ê bi nasname û cudahiyên xwe yên piralî ligel hev bin. Hûn nikarin 25’ê Mijdarê û têkoşîna jinê darizînin.”
‘Em sedsala xwe veguherînin serdama şoreşa jinê’
Gonul, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em vê 25’ê Mijdarê bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” kampanyaya ku dane destpêkirin ve pêşwazî dikin. Dê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê. Ji ber vê yekê em weke jin bi hev re têkoşîn û rêxistinbûna xwe bimeşînin û sedsala xwe veguherînin serdema şoreşa jinê. Ev berpirsyarî di şexsê Jîna li Rojhilat ‘Ji mûyê xwe veguherand serhildanê’ û bû mîrateya Nagîhan a li Başûr. Li Parîsê berxwedana Evîn û Sarayê bû hêviya jinên Rojava. Li ser vê bingehê em têkoşîna xwe ya bi jinên cîhanê re bi ‘Jin jiyan azadî’ dikin yek. Dê têkoşîna jinê bi ser keve.”
Daxuyanî bi çepikan û dirûşmeyan bi dawî bû.