Jinan ji Kobanê peyam dan: Çek nebû me şoreş çêkir, em ê nehêlin zirar bibîne

Jinên ji kantona Kobanê ku şahîdiya pêvajoyên şoreşa 19'ê Tîrmehê kirin, helwesta xwe li dijî êrîşên qirkirinê yê dewleta Tirk anîn ziman û pêyama “Çek nebû me şoreşa jin çêkir, em ê nehêlin zirar bibîne” dan.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ku ji 4'ê Cotmehê de destpêkirin, bi hemû dijwariya xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dikin. Dewleta tirk di van êrîşên ku di bin hîn bihaneyên bê wate de pêk tîne, binsaziya herêmê kir armanc. Hedefgirtina binsaziya herêmê ku cihên hatine bombebarankirin derketine derveyî xizmetê, polîtîkeyekî ji bo koçberkirina niştecihên herêmê ye.

Jinên ji kantona Kobanê ku di refên pêş yên şoreşa jin de cih girtin û dikarbûn ji nebûnê hebûnê biafirînin, bertekên xwe li dijî êrîşên ku diqewimin nîşan dan.

’11 sal in dewleta Tirk dixwaze şoreşa me têk bibe’

Semîra Ehmed ku ji despêka şoreşê de têdikoşe û beşdarî berxwedana Kobanê jî bûye, helwesta xwe wiha parve kir: "Ev 11 sal in ku dewleta tirk bê navber hewil dide şoreşa me ji holê rake û gel perîşan bike. Min kêlî bi kêlî şahîdiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir, me demên wiha jiyan kirin ku xwarin, vexwarin û kehrebe nebûn. Tevî vê yekê û dijwariya mercên jiyanê, em li ser lingên xwe man û şoreşa me pêl bi pêl mezin bû. Lewra êrîşên qirkirinê ku di roja îro de pêk hatin, wê nebin sedema terkkirina vî welatî.”

‘Êriş nikarin bandorê li vîn û îradeya me bikin’

Semîra Ehmed a got “Dema me dest bi vê xebatê kirin, me dizanibû ku em ê gelek bedel bidin, rû bi rû yê êrîşan jî werin” axaftina xwe wiha domand: “Ev vê rastiyê îroj dijîn, ji bo vê em weke jinên Kobanê ji bo bû her rewşê amede ne. Bombebaran li hawîrdora me heye, lê gel jiyana xwe berdewam dike. Her kes di mala xwe de ye, sazî û dezgehên me vekirî ne û gel di nava zeviyên xwe de ne û karê xwe dikin. Li gor min ev peymeke girîng e ku ev êrîşên pêk tên dê bandorê li ser vîn û baweriya me nekin. Axa Rojavayê Kurdistanê pîroz e, em jî li gor vê yekê tevger dikin ku emê tu carî dest ji vê axê bernedin.”

'Em carekê koçber bûn, wê dubare nebe'

Fatma Xelîl bilêv kir ku dê koçberiya gelê Kobanê ya di 2014'an de çêbû, dubare nebe û wiha axivî: "Dewleta tirk dijminê me yê ji dema dapîr û parîran e ku di rewşên herî normal de êrîşên xwe yên qirkirinê pêk aniye. A niha jî gelê Kurd xwedî şoreş û pergaleke wiha ne ku dê teqez bibe armanca dewleta tirk. Me di van 11 salan de gelek ezmûn derxistin, ji bo vê heger kes dixweze fêrî asta bihêzbûna vîna mirov bibe, bila li Rojavayê Kurdistanê bijî. Ger ku hêz, vîn û cesareta gelê Kurd ne di vê astê de be, ez bawer dikim ku dê ev şoreş ji mêj ve têk çûba. Di 2014'an de Kobanê di encama berxwedana li dijî DAIŞ de hat rûxandin. Dema em vegeriyan warê xwe me dît ku kevir li ser kevir nemaye. Ji bo vê ew cara yekê û ya dawî bû ku em ji vê axê derdikevin."

‘Dewleta Tirk li hember berxwedana gel bihêrs e’

Fatma Xelîl got ku dewleta tirk ji berxwedana gelê Rojavayê Kurdistê bi hêrse û wiha domand: "Berxwedan gelê me ku bi pêşengiya jin pêk tê, dewleta tirk hêrs dike. Ji ber ku tirkiyê hemû rêbazan êrîşan li hember me bi kar anîn, çete şandin, komkujî pêk anîn, êrîşên bejahî û hewayî, dagirkirin û hwd, lê dîsa jî em hîna jî hene. Lewra bila dewleta tirk nefikire ku dê bi wêrankirina binsaziya herêmê em lewaz bibin û vîna me bişke. Me Kobanê bi şewata kezebên dayîkan, hesreta zarokan û hêviyên jinan ji nû ve avakir. Mirin careke, ji bo vê emê bi rûmet li ser axa xwe bijîn û bi rûmet jî şehîd bikevin."

‘Em xwedî vê axê ne’

Emîne Mehmûd destnîşan kir ku bombebarana li ser binsaziya herêmê, raste rast armanc girtina welatiyan û got: "Ev nêzî hefteyekê ku herêmên me bê navber ji aliyê dewleta tirk ve tên bombebaran kirin. Em înkar nakin ku em me tirs jiyankir ji van êrîşan, lê rastiya ku emê ji ber bombebaranê ji malên xwe dernekevin û neçin jî, heye. Dîrok kesan efû nake, em xwedî vê axê ne û mafê me heye ku em bijîn. Ji bo vê dê hemû kiryarên dewleta tirk li wan bizîvirin, îroj nebe wê di pêşerojê de be.

‘Em roj bi roj nêzî serkeftinê dibin’

Dewleta tirk di van êrîşan de dibêjin, ku qaşo ew ziyanê nadin sivîlan. Mirov li vir pirs bike, gelo ev dever û cihên weke statoyonên kehrebe, av, petrol, gaz, deboyên genim, kargeh û hwd ku hatine rûxandin, di xizmeta kê de ne? Dewleta tirk bi rengekî eşkere derewan dike û raya giştî jî li hember van sucan bê denge. Bila ev kiryar û bêdengî jî berdewam bikin, me demên ji van dijwartir derbas kirin. Ji bo şoreşa me yê pir çû û yê kêm ma. Em roj bi roj nêzî serkeftinê dibin, lewma emê berxwedana xwe dewam bikin û asta têkoşînê jî xûrt bikin."