Jinan ji bo nîqaşkirina ‘pergala hevserokatiyê’ li hev civiyan

Bi boneya salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Meclisa Jin a PYD’ê li ser “Pergala hevserokatiyê di navbera tewrî û pêkanînê de” li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna bi dehan jin panêleke diyalogê li dar xist.

Qamişlo - Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19’ê Tîrmehê 12 salan li pişt xwe dihêle û derbasî pêngaveke nû dibe. Di nav van 12 salan de, gelek destkeftî hatin bidestxistin, yek ji wan, pergala hevserokatiyê ku wekheviyê di hebûn û mafên herdu zayendan de misoger dike. Bi vê boneyê, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di bin navê “Pergala hevserokatiyê di navbera tewrî û pêkanînê de” panêleke diyalogê li dar xist.

Di panêla ku li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat lidarxistin, bi dehan jin ji tevger û rêxistinên jinan, partiyên siyasî, rewşenbîr, kesayetên serbixwe, yekîtiyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Parastina Civakî, amade bûn.

‘Pergala hevserokatiyê bi têkoşîna jinan misoger bû’

Di panêlê de Berdevka PYD’ê Sema Begdaş bal kişand li ser rola jinan a di şoreşê de û wiha pê de çû: “12 sal bi têkoşîn û berxwedan derbas bûn, ev berxwedan di asta yekemîn de a jinan bû. Îro em li hev dicivin ji bo nîqaşkirina pergala hevserokatiyê gelo heta çi radeyê di warê pratîkê de pêk tê, ji ber ku em vê pergalê weke rêgezeke bingehîn pênase dikin. Weke tê zanîn, doza jin mijareke sereke ye di tevahî cîhanê de ku nîqaş li ser tê kirin, bêguman ev jî ji encama berxwedana jinan a bi hezarê salan e.”

Paşê sinvizyon li ser pergala hevserokatiyê hate pêşkêşkirin.

Panêl bi nîqaşan dewam kir. Di panêlê de gelek jinan tevlî nîqaşê bûn, li ser hevserokatiyê nêrîna xwe anîn ziman. Jinan destnîşan kirin ku di hemû sîsteman de taybet li Rojhilata Navîn rola jinan an jî hebûna wan her dihat paşguhkirin, her çiqas cihê xwe di warên cuda de girtibin jî lê bi mejiyê mêran dixebitîn. Her wiha diyar kirin ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re pergaleke cuda hate avakirin ku tê de mafên jinan parastî bin.

 ‘Em dikarin bi diyalogê kurt û kêmasiyan derbas bikin’

Endama Tevgera Civaka Demokrat Tev-Dem Leyla Ibrahîm têkildarî panêla diyalogê nêrîna xwe anî ziman û got: “Em dibînin ku ev pergal pergaleke nû û pîroz e û li devereke din nehatiye bicihkirin bi vê astê. Bi vê pergalê re gelek gav hatin avêtin di warê pratîkê de, di hemû sazî, partiyên siyasî û hwd de ev pergala wekheviyê di hebûna jin û mêr de hatiye rûniştandin. Ji ber ku ta roja îro hîn jî hişmendiya kevneşop a zilamperest heye di nav civakê de, ji ber vê yekê jî dibe ku kurt û kêmasî hebin û bi temamî nahatibe tunekirin, ev yek hîna têkoşîn jê re pêwîst e. Taybet jin, divê ku hîn bêtir li ber xwe bidin û vê pergalê bi ser bixin.”