Jinan ji bo mîsogerkirina mafên xwe li hev civiyan
Li Reqayê bi pêşengtiya Kombûna Jinan a Zenûbiya panelek bi dirûşmeya "Mîsogerkirina mafên jinan mîsogeriya Sûriyeya Demokratîk e” tê lidarxistin.
Navenda Nûçeyan- Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mîsogeriya mafê xwe yên di Sûriya nû de di nav tevgerê de ne. Li Reqayê bi beşdariya zêdetirî 300 jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Jinan a PYDˈê, endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û kesayetên hiqûqî û yên serbixwe, panelek tê lidarxistin. Her wiha gelek kes dê online beşdar bibin.
Panel li Hola Mişwar a li bajarê Reqayê bi navê "Mîsogerkirina mafên jinan mîsogeriya Sûriyeya Demokratîk e" hatiye organîzekirin.
Panel ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve tê lidarxistin. Di panelê de endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî. Xûd El Îsa piştî bixêrhatina beşdaran kir, endama kombûnê Kerem El Hemed a ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, bi bîr anî. Xûd heya serkeftinê soza şopandina rêya şehîdan da.
Cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sewsen El Xelef axivî.
‘Temsîla jinan di saziyan de ji sedî 50 e’
Sewsenê El Xelef bal kişand ser fedakariyên ku şehîdan dane û rola pêşeng a jinan di şoreşê de û got: "Jinan bi salan ji ber zilmê êş kişandin. Êş û zehmetiyên li hemberî jinan di dema serweriya çeteyên DAIŞˈê de zêdetir bûn. Lê bi avabûna Rêveberiya Xweser re rola jinan di jiyana siyasî û civakî de hat pêşxistin û temsîla jinan di saziyan de ji sedî 50 e. Ev yek jî pêşketina ber bi çav a nîşan dide. Rêveberiya Xweser hewl dide Sûriyeke demokratîk a pirrengî ava bike ku mafên jinan tê de mîsoger bike. "
Sewsen El Xelef anî ziman ku ew bi hêvî ne ku encam û biryarên girîng ji panelê derkevin û diyar kir ku dê têkoşîna mîsogerkirina mafên jinan di destûra nû de bidomînin.
‘YPJˈê ji bo mîsogerkirina azadî û mafên jinan canê xwe feda dikin’
Berdevka YPJˈê Tolfîn Şarda jî axivî û bal kişand girîngiya tevkariyê ya ji bo mîsogerkirina mafên jinan. Tolfînê bang li jinên Sûriyeyî kir ku çalakiyan dewam bikin da ku mafên xwe di Sûriyeya nû de mîsoger bikin.
Tolfîn Şarda bang li jinan kir ku piştgiriya YPJˈê bikin û got, YPJˈê ji bo mîsogerkirina azadî û mafên jinan canê xwe feda dikin. Tolfînê şoreşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û diyar kir ku ev şoreş li cîhanê bûye mînak.
Piştî axaftinan dê sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Kerem El Hemed were pêşandan.
Piştre dê nêrîn û pêşniyarên beşdaran werin guhdarkirin û berhemek ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve were pêşkêşkirin. Panel dê bi xwendina encamnameyekê bi dawî bibe.