Jinan ji bo hevgirtin û têkoşînê hatin ba hev

Rêxistinên Jinan û Rêveberiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Helebceyê di çarçoveya çalakiyên 16 rojan ên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de bi sernavê ‘Ji bo dawîanîna tundiya dijîtal a li dijî jinan hevgirtin’ panelek li dar xist.

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Rêxistina Nû ya ji bo Parastina Jîngeh û Mafên Jinan bi hevkariya Rêxistina Wadî ya Elmanî di çarçoveya çalakiyên 16 rojî yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de panelek li dar xist.

Seroka Rêxistina Nû ya ji bo Parastina Jîngeh û Mafên Jinan Hêro Wekîl axivî û got: “Îro bi mebesta zêdetir girîngdayîna jinan û mafê jinan û kêmkirina tundiyê û ecamên hebûna tundiyê em ê gelek çalakiyan li dar bixin. Yek ji wan jî ev panela bi mêvandariya parêzavanên mafan, Rêvebirên Rêveberiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Helebceyê Burhan Ehmed, şêwirmenda derûnî Şeyma Ferec, parêzer dadgeha Helebce Jiyar Hîwa hatî lidarxistin e.”

Di panelê de Rêvebirê Rêveberiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Helebceyê Burhan Ehmed jî axaftinek kir û got: “Di 10 mehên borî de li gorî par daneyên tundiyê zêde bûne. 60 bûyerên tundiyê û 2 bûyerên qetilkirina jinan çêbûn. Sala borî 50 bûyerên tundiyê hebûn.”

Di panelê de bal hat kişandin ser rewşa tundiyê û astengiyên heyî. Piştre encama rapirsa Rêxistina Nû hat eşkerekirin. Li gor encama rapirs eşkere bû ku jin jî bi qasî mêran di peywirên bilind de cih digrin. Her wiha xelatên Ronakî Nû li rojnamevanên ku di nava salekê de kar li ser dozên jinan kirine hatin belavkirin lê tenê rojnamevanek dikaribû xelatê bigre.

Di dawiya panelê pêşniyar hatin ku ji bo civakê zêdetir xebat werin kirin.