Jinan hezar û 300 name ji CPT re şandin

Li Baselê jinan di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ de 1300 name ji CPT re şandin.

Navenda Nûçeyan- Kampanyayên ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li Swîsreyê bênavber berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo ku CPT berpirsyariya xwe bi cih bîne, kampanyaya nameyan da destpêkirin. Îro jî kampanya li bajarê Basel ê Swîsreyê hat meşandin.

Meclisên jinan ên ku di bin sîwana Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) de xebatên xwe didomînin, ji destpêka hefteyê û vir ve bi hezaran nameyên ku li bajarên Lozan, Sîon, Zurîh, Cenevre û Aaraûyê hatine komkirin ji CPT’ê re şandin.

Endamên Meclisa Jinan a Ronahî li ber Postaxaneya Claraplatz hatin ba hev û 1300 name ji CPT’ê re şandin. Beriya şandina nameyan, li ser navê Meclisa Jinan a Ronahî Necla Kiliç daxuyaniyek da.

‘CPT mîna duh îro jî bêdengiya xwe didomîne’

Necla Kiliç diyar kir ku gelê Kurd û dostên wê ji bo ku CPT wezîfeya xwe bi cih bîne, bi salan e bênavber kampanyayan dimeşînin û ev tişt got: “Weke Kurdistaniyên ku li Baselê dijîn, em di çarçoveya kampanyayê de îro ji CPT’ê re name dişînin û careke din dixwazin wezîfeya CPT’ê bi bîr bixin. Îro li dijî Rêbertiya me pêkanîneke dermirovî heye. CPT mîna duh, îro jî bêdengiya xwe didomîne. Em ji vir careke din bi bîr dixin ku em vê helwesta CPT’ê qebûl nakin. Heta Rêbertiya me azad dibe, weke jinên Kurd em ê çalakiyên xwe li her qadê bidomînin.”

Piştî axaftinê 1300 nameyên ku hatine îmzekirin, ji CPT’ê re hatin şandin.