Jinan di Pêşangeha Nan de nanên xwedî tamên cuda pêşkêş kirin

Duyemîn Pêşangeha Nan a Neteweyî ya li Kermanê bi beşdariya bi dehan jinan deriyên xwe vekir. Nanê ku berhema yekem a mirovahiyê ye, ji aliyê jinan ve bi rêbazên cuda tê çêkirin

PERGÎN SULTAN

Kerman- Li bajarê Kerman ê Îranê li Parka Maderê Duyemîn Pêşangeha Nan a Neteweyî hat vekirin. Pêşangehê bi beşdariya jinên ji herêmên cuda yên welat dest pê kir û weke çalakiyeke mezin tê dîtin. Di pêşangehê de bal tê kişandin ser girîngiya dîrokî û çandî ya nan, di heman demê de derfetê dide jinan ku nanê bi destên xwe çêkirine pêşkêş bikin. Jin diyar dikin ku nan di çanda Îranê de ji xwarinê wêdetir xwedî wateyek din e û pêşkêşkirina di pêşangehê de jî ji bo jiyandina vê mîrasa çandî ye. Jinên ku beşdar bûne, cureyên nanê ku li herêmên wan tên çêkirin didin nasîn û bi vî awayî cureyên dewlemendiya welat a gastronomîk pêşkêş dikin.

Li pêşangeha ku eleqeyek zêde jê re tê nîşandan û mirov dikevin rêzê, tedbîrên ewlekariyê hatine girtin. Kesên tên pêşangehê li ser wan lêgerîn tê kirin û helwesta ‘peywirdarên ewlekariyê ji aliyê beşdaran ve hat rexnekirin. Hinek kes jî ji bo lêgerîn li ser wan neyê kirin vedigerin. Raya ji Gîlanê, bi cilên xwe yên neteweyî tevli pêşangehê bûye, nanê ku çêkirine pêşkêş dike. Rana balê dikşîne ser zêdebûna cureyên xwarinê li herêma xwe, diyar dike ku ne pêkan e van cureyan hemû werin pêşkêşkirin. Rana diyar dike ku bi nanê ku bi biharatên curbecur çêdike, sala par tevli pêşangehê bûye û dibêje: “Ev pêşangehek nû ye, ez tevli pêşangehên din jî bûm. Ez bi naskirina jinên ji herêmên din kêfxweş dibim. Ji sala par ve ji bajarên din gelek hevalên min çêbûn. Di pêşangeha îsal de, di tecrubeyên çêkirina xwarinê de em ji hev re bûn alîkar.”

Jin bi behremendiyên xwe balê dikşînin

Rozhan a ji Kurdistanê ji bo pêşangehê hatiye diyar dike ku ji jinan hînî cureyên çêkirina nan bûye û bi gotinên; “jin nanê xwe û berhemên xwe yên destan li her herêma Îranê didin nasîn, ev gelek girîng e” Salîmeha 63 salî ya ji Kermanê jî ku li ser dezgeha wê 4-5 cureyên nan hene dibêje: “Ez bi hatina vê pêşangehê bextewar bûm. Ez bi nasandina nanê ku çêdikim bawer dikim ku tiştek li vê pêşangehê zêde bikim. Min gelek cure anîn, bi vê awayê gelek kes tên ba min û qezenca min zêde dibe. Ez bi çêkirina xwarinê debara xwe dikim.”

Mîrasa çandî tê pêşkêşndan

Mudurê giştî yê Hunerên Destan û Turîzmê Mîrasa Çandî yê Kermanê di pêşangehê de axivî û diyar kir ku di pêşangehê de 140 berhemên tescîlkirî yên mîrasa çandî hene 40 ji wan xwarin cuda ne, 6, ji wan jî nan û tiştên ji hevîr çêdibin. Mudur bal kişand ku nan yek ji xwarinên destpêkê yên mirovan çêkirine ye û diyar kir ku di gelek çandan de ji xwarin û têrbûnê zêdetir xwedî wateyên din e.

Pêşangeha ku ji 27 bajaran kes beşdar bûne dê heta 29’ê Cotmehê bidome.