Di Konferansa Jinên Iraqî de netewa demokratîk hat nîqaşkirin
3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî di rûniştina dûyemîn de bi semîneran berdewam dike. Di semînerên hatin dayîn de bal li ser hat kişandin ku di şerê cîhanê yê sêyemîn de qirkirina jinan tê rawakirin û weke çareserî netewa demokratîk hat destgirtin.
Bexda - 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî ya bi boneya salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi pêşengtiya Rabîta Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Mûnazama Or ya çand a ji bo jin û zarokan li li hola Qesr El-Sedîr a Bexdayê bi dirûşma ‘Bi tekoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ destpê kir, bi semîneran berdewam dike.
Di rûniştina dûyem de ku ji aliyê rojnamevan û çalakvana civakê Îman Qasim modaratoriya wê hate kirin de semînerên bi sernavên ‘Rewşa jinan li Iraq di aliyê civakî û siyasî de’ ji aliyê seroka Rabita Jinên Iraqê Şamîran Mirokîl ve hate dayîn. Semînera ‘Pirsgirêkên qanûnî ya Iraqê ku jin rastî tên’ ji aliyê lêkolînera qanûnê Fayîze Babexan ve hate dayîn. Semînera ‘Pêşniyara projeya Iraqa demokratîk û azadiya jin Şengal weke nimûne.’ Ji aliyê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico ve hate dayîn.
‘Di navenda şere cîhanê yê sêyem de qirkirina jinê heye’
Rîham Hico di destpêka semînera xwe de wiha got: “Pergala desthilatdar ya li Rohilata Navîn tê meşandin ev sed sale di nav qeyranek kur û giran de ye. Şerê cîhanê yê sêyemîn di encama van qeyranan de tê meşandin, îro bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Şerê cîhanê yê sêyemîn li hemberî nirxên mirovahiyê, çand, bawerî û bi taybetî li hemberî jinê tê meşandin. Em dikarin bêjin di navenda hedefa şerê cîhanê yê sêyemîn de qirkirina li ser jinê heye. Her ku diçe li Rojhlata Navîn mudexeleya bi gurkirina şer tê kirin kûrtir dibe. Hêzên desthilatdar ên li herêmê bi bîrdoziya netew-dewlet hewl didin bi darê zorê, zext û şerê qirkirinê hebûna xwe bidomînin. Di dema niha de li gelek deverên cîhanê şerê netew-dewlet li dijî civakan bi awayekî herî hovane tê meşandin. Pergala heyî xwe bi zihniyeta dagirkirina welatan û kontrolkirina mirov/civakan didomîne. Ji bona wê, ger qeyran nebin ango neyên çêkirin wê hebûna netew-dewlet bikeve xeteriyê. Ji ber vê dijmin her tim qeyran û pirsgirêkên mayînde di nav civak û gel de belav dike. Di zihniyeta hêzên desthilatdar de çareserî nine, ji ber çareserî ne li gora berjewendiyê wane. Berjewendiya wan di kûrkirina pirsgirêkan de heye. Bi taybet pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û olî di navbera civak û gelên herêmê de kur dikin. Her tim dibin sedemê di navbera civakên ku bi hezarî salin bihevre li ser bingehê çanda demokratîk û wekheviyê jiyan kirine dijberî hev bin û dijminahiya hev bikin.”
Bingehê netew-dewletan: Zayendparêzî, olparêzî û nijadperestî
Rîham Hico da zanîn ku zihniyeta desthilatdar zihniyeta mere û wiha dom kirt: “Pergala netew-dewlet bi zihniyeta yekperestiyê bi bîrdoziya nijedperst, olperst, zanistperest û zayendperestiyê hewl dide civakê teslîm bigre û her tim xwestiye wisa li gorî berjewendiyên desthilatdariya xwe birêve bibe. Pirsgirêkên siyasî yên ku îro bi xwere tenê şer û pevçûnên civakî tîne. Dîsa pirsgirêka aborî-nebûna xwarin-ji ber gurkirina şer birçîbûna mirovan êdî di asta metirsîdar de, li cîhanê her ku diçe belav dibe. Li herêmê hinek pirsgirêk bi sedsala ye berdewam dikin ji ber ku dewlet her tim li ser bingehê pirsgirêka mayînde bike hebûna xwe domandiye. Di netew- dewlet de tu rolekî jin di nav civakê û di rêvebirinê de nine. Di bingehê hemû pirsgirêkên civakî de pirsgirêka jinê heye. Di nav pergala heyî de jin tenê wekî amûr tê xebitandin. Jin ji hemû qadên jiyanê hatine dûrxistin tenê rolek jêre hatiye dayîn, ew jî xizmetkarek herî başe ji bo mêr û berjewendiyên dewletê ye.
Yek ji welatê li Rojhilata Navîn ku bi tû awayî mafê jin nayê naskirin jî Îraq e. Di welatekî de mafê jinê neyê naskirin lê wî welatê ke nikare ne qala demokrasî, wekhevî û edaletê bike. Li tevahiya Îraq û Başûrê Kurdistanê roj nîne jin neyên kuştin. Di serî de li qada siyasetê û hemû qadên din ên jiyanê de jin hatine dûrxistin. Ji mafê perwerdeyê bigre heta aboriya serbixwe di her alî de jin mahkûm mêr û hewcedariya dewletê ye hatiye kirin. Ev siyaseta taybet a li dijî jinê berhemê aqlê dewlet-netew û desthildariya mêr e.”
‘Pêwîste her herêmek li gorî rastiya civaka wê rêveberiya xwe diyar bike’
Riham Hico mînaka Şengalê da û wiha got: “Şengal mînekek ber çav bû. Beriya fermanê hêzên desthilatdar ku qaşo xwe wekeparêzvanê Şengalê didîtin digotin Şengal a me ye. Viya hem hikumeta navendî ya Îraqê, hem hikumeta Başûrê Kurdistanê, ji sala 2003’yan heta 2014’ê herdu aliyê desthilatdar jî ji bo berjewendiyên xwe li ser Şengalê şer dikirin. Lê dema DAIŞ hat, Şengal berdan û reviyan. Ji ber xwedî derketina li Şengalê ne di berjewendiyê wan debû. Ji bo berjewendiya desthilata xwe, baweriya herî kevnar ya mezopotamiya kirin qurbanî. Kevneşopiyek, dîrokek û çandekî hezarî salaye jiyaye ji qirkirin û talanê re hiştin. Zihniyet û bîrdoziya netew-dewlet wisa ye, dikare her tiştê civakekê ewqas xwedî nirxên mirovî ye bike qurbanê berjewendiyê xwe. Ji bo wê rastiya netew-dewlet dikuje, talan dike, komkujî dike.
Nimûneya Şengal û netewa demokratîk
Îro tecrûbeya me ya deh salan li Şengalê derxistî hole ku çareseriya mayînde pergala netewa demokratîke. Ev pergal li tevahiya Îraqê dikare bibe modelek demoratîk û wekhev. Ji ber li Iraqê tenê netewek jiyan nake, gelek pêkhate, çand, ziman, ol û baweriyên cuda lê hene. Hinek ji wan aliyê hejmar de kêm in, hinek zêde ne, lê van civakan bi hezar sala bihevre jiya kirine û hevdu temam kirine. Her herêmek Iraqê xwedî taybetmendiyekî cuda ye. Niha Şengal, Kerkûk û Besra her herêmek ji ya din cudaye. Ji bo wê, hemû bi yek pergalê nayê rêveberin. Pêwîste her herêmek li gorî rastiya civaka wê rêveberiya xwe diyar bike û îdara wir li gor taybetmendiyên civaka lê jiyan dike bê derxistin. Her herêmek bi xwesertiya xwe, di heman demê de li ser bingehê ji xwesertiya hevdu re rêz girtin û îradeya hevdu nas bikin bi hevre di nav pêwendiyekî bi hêz de bin.
‘Di netewa demokratîk de jin xwedî rolekî pêşeng e’
Riham Hico bal kişand ser xweseriya Şengalê û wiha got: “Îro di Şengalê de gel xwe bi xwe rêve dibe. Bi pergal û zihniyeta Rêvberiya Demokratîk û Xweser, hemû sazî û dezgehên xwe yê xizmetgûzariyê ava kiriye. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî û pergala Netewa Demokratîk bingehê azadiya jin û civakê ye. Di nava pergala xweserî de hemû pêkhate li gorî rastiya xwe, çand û baweriya xwe têde cih digrin. Netewek, netewa din înkar nake, ziman, al û çandê din înkar nake. Her yek ji wan ji bo pergala xwe wekî dewlemendî dibîne û wisa nas dike. Her çiqas hîna gelek ked û xebat pêwîste were kirin jî lê em Karin bêjin tovê vê zihniyetê di serî de jina Êzidî û hemû civakê de hatiye avêtin. Civakê di nava 10 salan de dît ku ev pergala xweseriyê dikare bibe çareseriya hemû pirsgirêkên wê û di heman demê de parastina xwe jî bi xwe ava bike.
Di pergala netewa demokratîk de jin xwedî rolekî pêşeng e. Rêber Apo ji bo azadiya jinê heta niha kedekî mezin daye. Bi hezaran perspektîf ji bo pirsgirêkên jin di nav pergalê de jiyan dike nivîsandiye. Di bingehê felsefe û paradîgma Rêber Apo de azadiya jinê heye. Niha li Şengalê di nav pergala rêveberiya xweser de, di meclîs, sazî û hemû dezgehan pergala hevserokatiyê hatiye rûnişkandin. Ev pergal ji bo civakê girîng e. Jina azad civaka azad e. Di hemû şoreşên pêkhatî de jinan rolekî girîng ji bo welatê xwe leyîstin û berdêlên giran dan. Niha di Şengalê de keda jinê ya dîrokî dîsa derdikeve holê û jin hemû astengiyên li pêşiya xwe derbas dike. Jin xwedî rolekî mezine. Êdî di hemû aliyan de jin xwe rêxstin dike, parastina xwe dike û xwe bi xwe perwerde dike. Bêyî ku bandorekî mêr li ser jin û biryarên ku ew bi xwe digre bike, bi hêza xwe ya cewherî di astek xwe û civaka xwe bi rêve bibe de tekoşîn dimeşîne.
Ev pêşketin hemû li ser bingehê fikir û felsefeya Netewa Demokratîke me wekî jin û civaka Êzidî bi dest xistin. Em bi vê zanebûnê birînên xwe yên fermanê derman dikin. Êş û janên xwe dipêçin. Tecrûbeya deh salan bersiva herî mezin ya fermana 74’ê ye. Ji bona ku em vê pergalê hîn zêdetir pêşbixînin, berfereh bikin û hemû civakê beşdar bikin erk û berpirsyarî ji me jinan têne xwestin. Di bin vê felsefê de civaka me Êzidî, Ereb, Turkmen û Xirstiyan berê xwe didin Şengalê û bi hev re li ser bingehê xuşktî û biratiya gelan bi hevre jiyan dikin. Erdnîgariya ku li ser warê xwe maluvaniya hemû netewan kiriye Şengal ya hemûyaye, hemû Şengalî ne. Bi vê hişmendî û baweriyê îro hemû civak bê ku bi hev re nakokiyan bijî li ser bingehê bi hev re, bi bawerî, nasname û çandên hev re rêz dayînê di nav yekbûnê de jiyan dikin.”
Konferans bi nîqaşan didome.