Jinan di 7 salan de li Reqayê jiyanê hûnandin

Jinên bajarê Reqayê 7 sal piştî rizgarkirina bajarê xwe, di gelek waran de pêşketin bi xwe re ava kirin yek ji wan jî avabûna Meclisa Jinan a Zenobiya ye. Meclis bi komîteyên xwe di gelek waran de derfetên pêşxistinê ava dike.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Meclisa Jinan a Zenobiya bi xebatên xwe bingeha guhertinên radîkal ava kir û di rewşa siyasî û civakî ya jinan de guhertineke pir mezin pêk anî.

Der barê vê mijarê de rêveber û koordînatora Meclisa Jinan a Zenobiya Meyada El-Ehmed wiha got: “Jinan derfeta ku ji bo hebûna xwe îsbat bikin û di hemû warên siyasî, sivîl û heta leşkerî de bibin xwedî roleke pêşeng, sûd girtin. Ên ku ne li eniyên şer, li derve bûn jî di warê parastinê de peywira xwe bi cih anîn.”

‘Di 7 salan de gelek pêşketin çêbûn’

Meyada El- Ehmed der barê deskeftiyên jinan ên piştî şoreşa Rojava da wiha got: “Di nava van 7 salan de demeke pir kurt bi saya şoreşa jinan û piştî heft salan ji rizgarkirina bajarê Reqayê, em dibînin ku gelek jinan xwe ji cewisandinên berê rizgar kirine û dengê xwe bi dengê heqîqetê re kirine yek. Xwe ji hemû qeyd û bendan bi îradeya xwe û cesareta xwe, rêzgar kirine û bi pêş xistine.”  

Meyada El-Ehmed da zanîn ku meclis li ser şopandina rê û ramanên Rêber Abdullah Ocalan û bi pêkanîna rêgezên neteweya demokratîk, esasê îdeolojiya xwe ava dike, ji ber ku jinan bi saya fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna xwe fam kirine.

Dê ji bo pûçkirina hemû planan bixebitin

Meyada El- Ehmed teqez kir ku ew kampanyayên xwe yên rewşenbîrî û hişyarkirinê li nav tax û gundan berdewam dikin ji bo ku hemû jin rastiya xwe bizanibin û xwe ava bikin. Her wiha aşkere kir ku ew ê bi berdewamî ji bo têkoşîna li dijî tundî û zordariya li ser jinan û pûçkirina hemû planên ku li dijî jinan hatine meşandin bixebitin.

‘Ji bo jinên ku rastî şîdetê tên piştgirî tê dayîn’

Têkildarî xebatên Komîteya Dadmendiya Civakî ya Meclisa Zenobiya, berdevka komîteyê Newal Salih El-Mehmûd jî got: "Komîte ji bo piştgiriya jinên ku rastî şîdeta derûnî, bedenî, tenduristî û zayendî tên û heta niha jî li ber xwe didin, dixebite. Di bin nîrê urf û adetên kevnar de, ji bo bidestxistina edaleta civakî ji bo her du aliyan xebatên xwe didomîne.”

Newal salih El-Ehmed dîyar kir ku ew gelek dozên girêdayî pirsgirekên civakî yên girêdayî pirsgirêkê zewacê û malbatî digrin û got: “Di encamê da em her dem hewl didin bi herdu zayendan re rû bi rû nîqaş bikin û wan hişyar bikin, şîretan li wan bikin da ku wan pirsgirêkan derbas bikin.”

Newal Salih El-Ehmed diyar kir ku ew bi riya dersên didin jinan bi rastiya wan û dîroka wan didin nasîn û girîngiya wan û rola wan a di jiyanê de nîşanî wan didin. Newal Salih El-Ehmed anî ziman ku jinan di serdema dagikeriya DAIŞ’ê de gelek êş kişandine lê dikaribûn toza koletiyê û tarîtiya ku li ser wan hatibû ferzkirin bi îradeya xwe ya xurt belav bikin.

‘Em hewl didin şopên dagirkeriyê paqij bikin’

Rêvebera komîteya perwerdeyê Tesnîm Xalid jî got: “Erka herî mezin li ser komîteya perwerdeyê ye heta ku jin ji  nezaniya ku çeteyên DAIŞê di dema dagirkirina bajêr de li pey xwe hiştine ji holê rakin. Ji ber ku bû sedema paşketinê di warê zanist û çandê de. Ji ber vê jî komîteya perwerdeyê yek ji komîteyên herî girîng tê dîtin û erka me ew e ku bi riya perwerdeyê zanînê bi pêş bixe û hemû jinan ji fikrên dijber rizgar bike.”

Tesnîm Xalid di dawiya axaftina xwe da got; “Bi riya van ders û atoleyan gelek jin bala xwe didin ser xebatê û li gorî kesayeta xwe ya berê gelek guhertinê bi xwe û fikrên xwe de çêdikin.