Jinan biryara darvekirina Peşxan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî şermezar kirin
Jinên li navçeya Dargeçî ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê biryara cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan- Rejîma Îranê di 4’ê Tîrmehê de cezayê darvekirinê li çalakvan Şerîfe Mihemedî û di 23’yê Tîrmehê de jî li rojnamevan Pexşan Ezîzî birî. Li navçeya Dargeçî ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê bi daxuyaniyekê ev ceza hatin şermezarkirin.
Daxuyanî ji aliyê Meclisa Jinan a herêmê ve hat dayîn. Li ser navê meclisê Liyana Usubova axivî û biryara darvekirinê ya li her du jinan hatiye birîn, şermezar kir û got: “Dewleta Îranê dijminê jinan e. Naxwazin jin azad bibin ji ber ku ji hêza jinan ditirsin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.