‘Jinan bi formula Jin Jiyan Azadî pergala Îmraliyê parçe kir’
Endama Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Deniz Firat got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên ku bi hezaran salan kole bûn veguherand çavkaniya çareserkirina tevahî pirsgirên civakî.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Hêzên komploger bi serkêşiya dewleta tirk komployeke navdewletî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de pêk anîn. Rêber Abdullah Ocalan vê rojê weke roja qirkirina gelê Kurd û jinan bi lêv dike. Li hemberî vê komployê gelê Kurd bi pêşengiya jinan 24 sal in têdikoşe û perspektîfên Rêber Ocalan di warê pratîkî de pêk tînin.
‘Rêber Apo jinan weke çavkaniya çareseriyê pênase dike’
Denîz Firat di destpêka axaftina xwe de bîrdoziya Rêber Ocalan û nêzikatiyên wî yên li hemberî komployê wiha nirxand: "Komploya navdewletî ya ku 24 sal in li hemberî Rêber Apo berdewam dike her wiha em geşedanên ku di roja îro de pêk tên ji hev cuda nanirxînin. Di serî de em dikarin vê bêjin, sedsala 21`emîn a jinan e ku bi taybetî Rêber Apo vê mijarê bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ve girê dide. Ev ne dirûşmeke ji rêzê ye lê belê mirov dikare weke pênaseya heqîqeta ku di roja îro de diqewime bigre dest. Dema ku Rêber Apo dest bi têkoşîna ji bo azadiyê kir û pê ve girêdayî xwe gihîştand bîrdoziyeke zelal êdî cudabûna xwe derxist holê. Kesayetên zana yên ku di serdemên borî de derketin û ji bo heqîqeta civakê têkoşiyan her wiha lêhûrbûn li ser kesayeta jinan kirin, nikaribûn têbigihîjin rastiyeke misoger. Di nava vê pêçveçûna dîrokî de, Rêber Apo bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re jinan weke hebûn pênase kir û ew kirin xwedî vîn ku jin bibin çavkaniya çareserkirina pirsgirêkên civakî û zayendî. Têkoşîna ji bo vê yekê roj bi roj bilind bûn û bandorê li civakê jî kir ku jin bûn xwedî nasname û gavên mezin avêtin."
‘Hêzên komploger xwestin herikîna ber bi azadiya jinan ve lawaz bikin’
Denîz Firat destnîşan kir ku yek ji sedemên komployê pûçkirina projeya azadiya jinan e û got: "Rêber Apo dixwaze jinên ku bi hezaran salan e kole ne di destên mêr de, rake ser piyan û bike bingeha jiyana nû. Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de, manîfesto û parêznameyên xwe ji bo jinan û civakê pêşkêş kir, ji bo pêvajoya nû bû bersiv û pergala Îmraliyê parçe kir. Pêşengiya ku jinan di nava vê pêşveçûnê de kir, bandoreke mezin li ser pergala Îmraliyê kir ku ev komplo heta astekê bê bandor kir. Hêzên komploger li hemberî van pêşketinan tecrîdê li ser Rêber Apo ferz dike, pêwendî û perspektîfên ji bo jinan û civakê qut dike. Ger mirov îro li mijara herî aktuel, serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê ya bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" binêre, mirov nikare weke tesaduf binirxîne.
Bîrdoziyeke heye ku di roja îro de ji bo pirsgirêkên hatine analîzkirin, zelal û naskirin
çareseriyê diafirîne. Ev çareserî xwe di sê gotinan de pênase dike, civak jî pêdiviya xwe di vê felsefeyê dibîne û êdî jin pirsgirêkan ne tenê weke nasnameya zayendî digrin dest, weke pirsgirêkeke giştî bilêv dikin. Ji ber vê yekê êdî jin xwebûn û hebûna xwe di felsefeya "Jin, jiyan, azadî" de dibînin û weke çavkaniya têkoşînê hildibjêrin."
‘Jinên Kurd çavkaniya têkoşîn hêvî û azadiyê ne’
Denîz Firat di domandina axaftina xwe de behsa pêşketinên ku jinên Kurd di encama bîrdoziya Rêber Apo de bi dest xistine kir û wiha domand: "Beriya komployê û piştî wê, tişta ku hişt bal were kişandin û tevlibûn di nava xeta têkoşîna azadiyê de li Kurdistanê û li gelemperiya cîhanê çêbibe, mirov dikare di nasnameya jinan de analîz bike. Cara yekemîn e ku jin dikarin bi vê şêwazê cihê xwe di têkoşînekê de bigrin, bibin xwedî vîn, gavan bavêjin û bibin parçeyê sereke yê şoreşê. Tevlibûna gelek jinan li ser vê bingehê çêdibe, di roja îro de jî beşdarbûna jinan a di nava şoreşê de li ser bingeha nirxên şoreşê bilind kirin û nasnameya jinan gihîştandin armanca wê. Ev pergal ji çiyayên azad derbasî nava bajaran bûye û xwe gihîştandiye tevahî jinên Kurdistanê. Jina ku berê nikaribû ji malê derketa, îro di nava tax, bajar, rêveberî û tevahî warên jiyanê de bûye xwedî erk, berpirsyarî û rol. Di heman demê de rabûna jinan a di asta cîhanê de, mirov nikare ji vê têkoşînê cuda bibîne. Ji ber dema perespektîfeke rast derdikeve, dibe çavkanî. Dema ku tê naskirin jî têkoşîn û beşdarbûna wê perespektîfê çêdibe."
‘Jinên cîhanê hêz û baweriyê ji felsefeya “Jin, jiyan, azadî` girtin’
Denîz Firat dirêjî da axaftina xwe û behsa têkoşîna hevpar ya jinên cîhanê ya bi pêşengiya jinên Kurd kir û got: "Mirov dikare derketina zanista Jineolojî bi vê pêvajoyê re bigre dest,3ı zanista jinan derket û xwe gihîştand jinên ji nasnameyên cuda. Ji ber vê her jinek li welat û warê xwe li hember pergala mêr-dewlet bû xwedî sekn. Heger pirsgirêkên li ser nasnameya jin û gelan kurewî bin, wê demê têkoşîneke di asta kurewî de jî pêwîst e. Ji ber vê em dinêrin plansaziyên ku pergala kapîtalîst di roja îro de dabûn pêşiya xwe sernektin, heta mirov dikare bibêje tê de şikandin û paşveçûyîn çêbû û her ku diçe bi hilweşandinê re rû bi rû dimîne. Ev yek encama têkoşîna hevpar a li dijî pergala mêr-dewletê ye û xwedî nirxeke pir mezin e ku hêvî dide tevahî jinan di asta cîhanê de bibin xwedî vîneke mezintir. Ger di roja îro de jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îran bê tirs û bi cesareteke mezin li dijî pergaleke weke ya Îranê têdikoşin, derdikevin kolanan, ev yek xwe dispêre hêz û baweriya ku ji felsefeya "Jin, jiyan, azadî" girtine."
‘Divê em êdî gavên ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo bavêjin’
Denîz Firat di dawiya axaftina xwe de banga têkoşîna hevpar ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ya jinan kir û got: "Asta ku îro jin gihîştinê, bersiva herî watedar û bi nirx e li hember hêzên komploger. Şoreşên civakî bi keda jinan dest pê kirin, pergala jiyana azad û demokratîk bi pêşengiya jinan hatiye avakirin û di roja îro de jin li derdora van pêşketinan bûne xelekek ji têkoşîn û berxwedanê. Bêguman ev yek têrê nake, ji ber vê misyoneke mezin dikeve ser milên jinên Kurd. Serkeftina mayînde bi gihîştina Rêbertî ya azad pêkan e, ev yek jî weke armanc e li pêşiya me jinan, ji bo em nasname û welatekî azad li gel Rêber Apo misoger bikin."