Jinan bersiv da desthilatdariyê

Amed a ku 8 sal e bi qayuman dihat rêveberin gel carekî din bersiva xwe li sandoqan da. AKP a ku ji roja qayum avêtiye ser bajêr dixwest rengê bajêr biguherîne, her çendî hilbijêran veguhestî be jî encama dixwest negirt.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan - Li Kurdistan û Tirkiyê gel duh ji bo hilbijartina xwecihî çû ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de jî li bajarên Kurdistanê gelek caran binpêkirinên hilbijartinê ket rojevê. Hat diyarkirin ku bi taybetî bi hezaran hilbijêr bi otobusên taybet anîn bajaran û li hin cihan jî rojek berê li wargehên xwendekaran hatin bicihkirin û bi wesayîtên taybet ber bi sindoqan ve hatin veguhestin. Her wiha hinek sandoq taybet ji bo hinek kesan hatiye diyarkirin. Mînak hat diyarkirin ku li Qersê di sandoqek de di nav 120 kesan de tenê 1 hilbijêr qeyda wê/wî li ser bajêr bû ye. Bûyerên wekî dengdana girseyî, gelek caran deng dayîn, kesên bi çek hatin qadê, kesên ku guleyên xwe li ser masê hiştin, kesên êrîşî kesên ku mafê xwe yê îtîrazê bi kar anîn, qewimîn. Lijneya Bilind a Hilbijartinê van îtîraz û îxbaran ji nedîtî ve dît. Dema ku bi gotinên ‘hilbijartin bê pirsgirêk pêk hat’ feraseta ‘cejna demokrasiyê’ hat afirandin, kesên ku dengên xwe diparêzin jî bi gotinên berovajî vê yekê hebûn. Parlamenter û çavdêrên Partiya DEM’ê diyar kirin ku hewl tê dayîn li bajarên Kurdistanê guhertoyeke cuda ya erkdarkirina qeyûman were pêkanîn û gelek caran bang li raya giştî kirin ku deng û sindoqên xwe biparêzin.

Xeyalê AKP’ê ya Amedê

Tenê li Amedê bûyerên derketin holê kurtasiya hilbijartinê bû. Li navend û navçeyên Amedê gelek bûyerên binpêkirinê hat qeytkirin. Hilbijêrên veguhestî li Amedê mijara sereke ya nîqaşê bû. Gelo Amed çima girîng bû? Û di nav 2 salên dawî de li bajêr çi qewimî bû? Ya rastî AKP ya ku di sala 2003’an de hat ser desthilatdariyê, heta niha di ti hilbijartinên herêmî de nekariye Amedê bixe bin kontrola xwe. Hêviya AKP'ê ya ku piştî hilbijartinên 2016'an qeyûm tayînî şaredariyê bû jî tine bû. Qeymeqamê Etîmesgutê Cumalî Atilla ku di sala 2016’an de wek qeyûm hat tayînkirin, di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de wek namzed hatibû diyarkirin. Di vê hilbijartinê de tenê ji sedî 30,99 deng wergirt. Wê demê nîqaş hatin kirin ku ev deng çawa û bi çi awayî hatin wergirtin.

Cîhên ku bi hilbijartinê ne girt qeyûm avêt ser

Li Amedê ku HDP’ê di sala 2019’an de ji sedî 62,93’ê dengan rêveberiya  şaredariyê girt dest, AKP’ê tiştên ku bi hilbijartinan nekarî bi dest bixe, bi qeyûman desteser kir. Hevserokê şaredariyê Selçuk Mizrakli hat girtin û hîn jî di girtîgehê de ye. Ji şaredariyên di destê HDP’ê de ku ji 17 navçeyên bajêr 14 jê bidest xistibû, li Rêzanê hevşaredar Zeyyat Ceylan ê bi 70,34’an hatibû hilbijartin bi hiceta ku bi KHK ye mazbata wî nehat dayîn û mazbata dan Huseyîn Beyoglu yê AKP’yî ku di rêza dûyemîn de bû. Serokê Şaredariya Dîcleyê Felat Aygoren îstîfa kir û derbasî AKP bû û di nav şaredariyên din de ji xeynî Çinarê qeyûm avêtin ser hemûyan.

Erdogan xwest gel bersiva wî di sandoqan de da

Erdoganê ku di her hilbijartinê de têk diçe di vê hilbijartinê de got ‘vê carê Amedê dixwazim’ ket rojevê. AKP ya ku bi Amedê re gelek şaredariyan dixwest ji ber vê sedemê hilbijêrên veguhest bikaranî û dixwest gavek nêzî ‘xeyalê xwe’ bibe. Li Amedê nerazîbûnên der barê dengdayînê de hatin redkirin, encama ku gelê Amedê li ser sandoqan nîşan da nehat guhertin.

Qayûm ji xwe re kar kir

Li Ameda ku ji 2016’an ve ji aliyê qayûman ve dihat rêbebirin heya aniha tu gavek netiye avêtin qayûm bi polîtîkayên asîmîlasyonê ên gel tune dihesîbîne çavkaniyên şaredarî û bajêr tune kir. Qayûm gelek kesên ku di şaredariyê de di xebitîn ji kar derxistin li şûna wan kesên nêzî xwe anîn û dîsa bi mîlyonan îhale dan kesên nêzî xwe. Navên kurdî yên li park, kuçe, kolan û saziyên cuda yên bajêr hatin guhertin û navên ji bo gelê kurd girîng in ji tabelayan hatin jêbirin. Qayûm jiyana jinan teng kir. Saziyên jinan ên girêdayî şareariyê hat girtin, derbarê jinan de çi xebat hebû hat bi dawîkirin. Di nav 8 salan de jinan bi tundiyê re tenê hiştin û hat xwestin ku ciwanan bikşînin nav şilekê.

Gel dev ji vîna xwe berneda

Ji ber vê yekê jî ji bo gelê Amedê û bi rastî jî li seranserê Kurdistanê vegerandina rêveberiyên herêmî girîng e. Bi pirsa “Gelo wê dîsa qeyûm bê tayînkirin?” gelê ku tevî vê îhtîmalê jî dest ji mafên xwe berneda, li ser sindoqan careke din îradeya xwe nîşan da. Encama sindoqên Amedê nîşan dide ku tevî pêvajoyek 8 salan, polîtîkayên zextê û her tiştî jî îradeya gel nayê tinekirin.

Di tevahiya rojê de bang li gel hat kirin

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu duh tevahiya rojê taybet li navçeya Hazroyê bi giştî jî li Amedê xebatên hilbijartinê dişopand. Halîde Turkoglu ya ku bi endamên partiyê din re her dibistanekî digeriya diyar kir ku bi taybetî li Hazroyê û bi giştî li Amedê tevlîbûneke berfireh a gel dîtine û li hin cihên ku tevlîbûn kêm bû jî bang li gel kir ku ber bi sindoqan ve biçe. Halîde Turkoglu di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: ““Di serî de li navçeya me ya Hezroyê û li hemû navçeyên Amedê, bi ghilbijêrên veguhestî hewl dan bi rengekî îradeya gel bişkînin. Me vê yekê teşhîr kir. Li ser vê yekê jî me hewl da ku gelê me zêdetir bi çûyîna ser sindoqan îrada xwe xwedî derkeve. Raporên me li ser wan kesên ku dixwestin di çend dibistanan de bi taybetî li Hezroyê nelirêtiyê bikin hebûn. Dîsa bi taybetî dema gel deng didan û piştî dengdanê jî destûr nehat dayîn ku çavdêrên AKP'ê û rayedarên sindoqan çavdêriya jimartina dengan bikin. Me rê li vê yekê girt û hewl da ku çavdêriyên rasterast bikin û hewl da ku rê li her cure nelirêtiyan bigirin.”

‘Em xwedî li îradeya xwe derketin’

Halîde Turkoglu bi bîr xist ku ev nêzî 8 sal in Amed ji aliyê qeyum ve tê birêvebirin û wiha got: “Rastî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û navçeyên Amedê bi rejîma qeyûm ve hatin birêvebirin; Hewldana desteserkirinê hate kirin. Îro tevî evqas neheqiyên li gelek şaredariyên me, bi taybetî jî şaredariya me ya bajarê mezin, bûye sedem ku ev qas hilbijêr ji cih û warên xwe bibin, em weke jin û gel careke din îradeya xwe anîn ziman. Em ê encamên vê îradeyê bi hev re bibînin.”

Tişta ku qeyûm desteser kiriye dê jin paş de bigrin

Halîde Turkoglu wiha gotinê xwe domand: “Ji bo me girîng e ku hevserokên me piştî 8 salan careke din bên ser kar û îradeya gel û jinan careke din di sindoqan de derkeve holê. Pêvajoya pêşiya me bi taybetî şandina qeyûman e. Di encamê de gel îradeya xwe bikar anî û li ser sindoqan biryara şandina qeyûm  girt. Di dema pêş de gelek saziyên jinan ên ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin jî di nav de em ê li ser jinan gelek lêkolînan ji nû ve pêk bînin. Em ê teqez bikin ku têkoşîna me ya jinan a ku di danezana me ya hilbijartinê de cih girtiye û em bi rastî jî ji tecrûbeyên xwe yên berê berfireh kirine, dîsa li şaredariyan bi sazî bibin. Girîng e, jinan bi nîşandana îradeya xwe bi rastî jî hewl dan van destkeftiyan biparêzin. Ew ji bo xwe biparêzin çûn ser sindoqan."

Halîde Turkoglu, bal kişand ser vê yekê ku AKP'yiyan bi nelirêtiyê hewl didin di hilbijartinan de bi ser bikevin û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku kontrola me ya li ser sindoqan heye, me li ser vê yekê rawestiya û xebatên xwe yên ji holê rakirin an kêmkirina nelirêtiyê meşand. "YSK vê yekê ji aliyê kesên rayedar ve dişopîne da ku ketina daneyên heyî bi rêkûpêk were kirin."