Jinan belavokên 8’ê Adarê belav kirin
Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê, di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li kolanên Mexmûrê belavok belav kirin û jin û gelê wargehê vexwendin meşa sibe û pîrozbahiya 8’ê Adarê.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, Meclîsa Îştar di 1’ê Adarê de bi dirûşma ‘Bi Rihê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê Pîroz Dikin, Soza Bilindkirina Têkoşînê Didin’ starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dabû.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li kolanên Mexmûrê belavok hat belavkirin.
Xebatkarên jin ên li her çar semtan kombûn, kolan bi kolan û mal bi mal belavokan belavkirin û tevahî jin û gelê wargehê vexwendin meşa 7’ê Adarê û pîrozbahiya 8’ê Adarê.