Jina ku wesayîda polîsên sivîl lêda jiyana xwe ji dest da

Jina bi navê Halîse Dorudemîr a ku li Farqînê di konan de dimîne di encama lêdana wesayîda ku tê îdiakirin a polîsên sivîl e jiyana xwe ji dest da.

Di qezayê de Halîse Dorudemîr jiyana xwe ji dest da

Amed - Dayika girtiyê ku 30 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, Mahfuz Dorudemîr, Halîse Dorudemîr ku li konê li ser riya Farqînê ya Amedê dima, gava xwest biçe aliyê din ê kolanê wesayîda ku tê gotin xwediyê wê polîsekî sivîl e lêxist û Halîse Dorûdemîr li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat hînbûn ku ciwanekî dema xwest alikariya Halîse Dorûdemîr bike, wê derbasî wî aliyê kolanê bike jî bi giranî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Cenazeyê Dorudemîrê jî birin Saziya Tiba Edlî (ATK).

Hat diyarkirin ku ajokarê wesayîda ku tê îdiakirin polîsekî sivîl e li cihê bûyerê hat binçavkirin. Polîsên ku der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin, riya ku qeza lê pêk hat ji çûnhatina wesayîdan re girtin.