Jina ku nû zar anî nehat parastin

Jina Kamerûnî ya ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Ataturk ya Îzmîrê nû zar anî, neket bin 'parastina dewletê'.

Navenda Nûçeyan- Ji bo jina Kamerûnî ya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Ataturk ya Îzmîrê nû zar anî, cihê mayîne tê lêgerîn kirin.

Hat diyarkirin ku tevî îxbarê jina ku ji nexweşxaneyê taburci bû jî, polîs negirt. Tê payîn jina ku ji ber polîsan wê negirt, nebirin Navenda Şopandin û Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONÎM) jî, di tevahiya cejnê de li nexweşxaneyê bimîne.

Hate hînbûn ku komeleyên penaberan û rêxistinên jinan ên li Îzmîrê, ji bo jina ku zimanê Tirkî nizane û li nexweşxaneyê wergêra Fransî tune ye der barê wê de zêde agahî nayê zanîn, hewl didin cihê mayînê were peydakirin.