Jina ku li Taylandê rastî tacîzê hat kargeh şewitand
Jina Taylandî ya ku diyar kir ji aliyê kardêrê xwe ve rastî muameleya xirab û tacîzê hatiye, di dema nebûna karkeran de cihê kar şewitand.
Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Nakhonopatam a Taylandê karkerek jin ji ber ku ji aliyê patronê xwe ve rastî muameleya xirab û tacîzê hat, kargeha sotemeniyê ya ku lê dixebitî şewitand. Şewat ji aliyê 40 wesayîdên agirkujiyê ve bi zorî hat vemirandin.
Di lêkolîna bûyerê de piştî qeydên kamerayê, derket holê ku şewat ji aliyê xebatkara jin ve pêk hatiye. Hat diyarkirin ku jina bi navê Ann Sriya ya 38 salî di lêpirsîna xwe ya ewil de li xwe mikur hatiye û gotiye ku wê kargeh şewitandiye.
Di şewata ku di 29’ê Mijdarê de derketibû de, tu kes nemiribû lewre wê bi zanîn di saeteke ku karker ne li kargehê bûn de agir berdabû kargehê.