Jina ku êrîşa zayendî ya li ser zarok eşkere kir li benda hevgirtinê ye
Jina ku zaroka wê li Amedê ji aliyê bapîrê xwe ve rastî êrîşa zayendî hatiye û gilî kiriye, ji zarokên xwe hatiye qutkirin û gef lê hatiye xwarin. Der barê kiryar F.K yê tu tedbîr nehatiye girtin.
Amed - Li Tirkiyê binpêkirinên mafan qet naraweste. Li Amadê zarokek rastî êrîşa zayendî hat. Li navçeya Bağlar a Amedê mêrê bi navê FK îstismara zayendî li neviyê xwe yê 5 salî kir.
Îstîsmara ku şeva 6’ê Sibatê hat kirin, dema dayika ku piştî qîrîna zarokê şiyar bû hat cihê bûyerê derket holê. Dayika ku bi girtina zarokê xwe giliyê xwe bike hewjinê wî jê re dibêje, "Gelo di vî temenî de dê bavê min bikeve girtîgehê, tu bêbextiyê dikî." Hate hînbûn ku jina ku ji aliyê hevjîn û malbata wê ve hatiye tehdîtkirin ji zarokên wê hatine veqetandin û li mala ku îstîsmar lê hatiye kirin hatiye hiştin.
Dixwaze kiryar F.K bê girtin.
Jina ku em pê re li ser mijarê axivîn banga hevgirtinê kir û got ku ev 2 hefte ne ji zarokên xwe agahî nagire û ew çûye midûriyeta polîsan li dozgeriyê îfade daye, jin xwest ku di demek kin de kiryarê erîşa zayendî F.K. were girtin