Jina ku bi muzîka kurdî govend gerand hat girtin

Li Osmaniyeyê ji 5 kesên ku bi hinceta di dawetekê de bi muzîka kurdî govend gerandine hatibûn binçavkirin, Hîvda Kahraman hat girtin.

Navenda Nûçeyan-5 kesên danê sibê di serdegirtina malan de bi hinceta ku li Osmaniyeyê di dawetekê de dîlanê dikin hatin binçavkirin. Doza li dijî Hevseroka Navçeya Navendî ya Osmaniyeyê ya Partiya Wekhevî û Demokratîk (DEM) Sevgî Aydin û Faruk Kahraman, Hakan Kahraman, Murat Kahraman li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Osmaniyeyê dewam dike. Hîvda Kahraman a ku îfadeya wê ya polîsan temam bû sewqî Edliyeya Osmaniyeyê hat kirin.  Hîvda Kahraman a ku sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Osmaniyeyê hat kirin, bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye", destmalên kesk û sor û zer hejandiye  hat girtin.