Jîna Emînî li Mexmûrê hat bîranîn

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya salvegera 3’emîn ya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî hatibû destpêkirin daxuyaniyek dan û kiryarên rejîma Îranê yên li dijî jinan şermezar kirin.

Mexmûr – Bi pêşengtiya Meclîsa Îştar jinên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya salvegera 3’emîn ya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî hatibû destpêkirin daxuyaniyek dan û kiryarên rejîma Îranê yên li dijî jinan şermezar kirin.

Daxuyanî li ber deriyê parka Dayka Uweyş bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê endama Koodînasyona Meclîsa Îştar Qîmet Nerexî axivî.

‘Rejîma Îranê di şexsê Jîna Emînî de xwest vîna jina Kurd tine bike’

Qîmet Nerexî diyar kir ku bi qetilkirina Jîna Emînî re rûyê rast ê qirker ya rejîma Îranê cardin derket holê û wiha got: “Ji ber ku mûyek pora Jîna xuya dikir ji aliyê polîsên exlaqî ve bi şêweyek hovane hat qetilkirin. Me ji wê yekê zanî ku jin çawa wek amûrek tê dîtin û fîzîkî me dibe sedema qetilkirina me. Rejîma Îranê di şexsê Jîna Emînî de xwest vîna jina Kurd û jina azad tinebike. Her wiha jinên aktîvîst, perwerdekar û dixwaze ji bo civakê xebat bikin digrin, dixin girtîgehan û biryarên darvekirinê li ser wan tên birîn.”

‘Şoreşê dengê xwe li hemu cîhanê belav kiriye’

Qîmet Nerexî anî ziman ku rejîma Îranê ji hebûna jinê ditirse û wiha qala serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kir: “Şoreşa bi navê ‘Jin Jiyan Azadî’ hat destpêkirin ku xwedî li mafê jinê derdikeve. Ev şoreş dengê xwe li hemu cîhanê belav kiriye. Wek Rêbertî dayî diyar kirin wê ev sedsal bibe sedsala jina azad û jina ji bo azadiya xwe têkoşîn dike.”

‘Ji bo nasnameya jina azad têkoşînê mezintir bikin’

Qîmet Nerexî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta ku dikeve ser milê me xwedî derketin û bilindkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Wek jinên wargehê, jinên Cîhanê û jinên Îranê em berxwedan û têkoşîna xwe xurt bikin. Li ser ew zemînê ku Rêbertî ji bo azadiya me avakirî, xwe rêxistin bikin. Em bang hemu rêxistinên jin ên mafê jinan diparêzin dikin ku ji bo nasnameya jina azad têkoşînê mezintir bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.