Jina dû canî Fatîme ji ber zaroka pêre keçbû hat şewitandin

Li Maku ya ser bi Urmiyê mêrê bi navê Resul Teyar dema pêdihese hevjîna wî Fatîme Resule ya ducanî dê zarokek keç bîne diniyayê agir berî wê da û şewitand.

Navenda Nuçeyan – Li gorî agahiyên rêxîstîna mafê mirovan a Rojhilatê Kurdistanê parkirine li Maku ya ser bi bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê mêrê bi navê Resul Teyar dema pêdihese hevjîna wî Fatîme Resule ya ducanî dê zarokek keç bîne diniyayê dest û lingê wê girêda paşê jî agir berî wê da. Ji ber piraniya bedena Fatîmê şewitîbû, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Mêrê kujer jî hîna nehatiye girtin.