Jina ciwan Rênas Aklan bi îşkenceyê hat kuştin
Di rûpelên parêzvanên mafên mirovan de wêneyên jineke Yemenî ya ku bi îşkenceyê hatiye qetilkirin hat belavkirin. Wêne nîşan dide ku jina ciwan piştî îşkenceya hovane hatiye kuştin.
NÛR SIRÎB
Yemen- di 27'ê Tebaxê de sûcekî hovane li parêzgeha Taizê qewimî. Di bûyerê de jineke ciwan hat kuştin. Mêrekî ku bi alîkariya malbata xwe, hevjîna xwe ya bi temenê ciwan qetil kir, li gundê Taloqê qewimî. Her wiha çavkaniyên hiqûqî dan zanîn ku kujer hewl daye cenazeyê wê binax bike da ku tu kes pê nehese û sûcê xwe yê hovane veşêre lê gelên herêmê ev sûcê wî ji cihê pêwendîdar re ragihandin.
Jina ciwan a bi navê Rênas Abid llah Mihemed El-Celîl Aqlan a ku bi temenê xwe 17 salî bû, beriya salekê hatibû zewicandin û ji jiyana xweş bêpar mabû lewre ew bi şîdet û îşkenceyê re rû bi rû mabû di mala hevjînê xwe de.
“Ji ber şidet û îşkencê dawî li jiyana xwe anî”
Parazvana mafên mirovan Marîna Kemal ev sûcê hovane şermezar kir û wiha bi lêv kir: "Ez nikarim xeyal bikim ku kêliyên dawî yên jiyana vê jina ciwan a ku hatibû zewicandin. Tevî ku ew temen pir ciwan bû jî dawî li jiyana wê anîn. Ji ber şîdet û îşkenceya ji aliyê kesê ku pê re zewicîbû û malbata wî ve tiştê herî bi êş ew e ku ev keça ku bi temenê xwe pir ciwan,
hatiye kuştin dayika zarokek e."
“Zewicandina keça ciwan bingeha sûc ava kir”
Şêwekar Reşad El Samî der barê vî sûcê hovane de wiha got: "Ev sûcê hovane yê îşkencekirina keça ciwan Rênas, wisa rewşeke hovane ye ku pêwîst e sûcdar werin cezakirin ne tenê hevjîn divê hevjîn, bavê keça ku hatiye kuştin, dadgerê ku zewaca wan erê kiriye, şêxên eşîrên ku li gund dimînin û kesên ku bûne şahid ji vê zewacê re hemû di vî sûcê hovane de sûcdar in. Zemînê vî sûcê dema ku keç di temenê biçûk de dan zewicandin çêbû û bêdengiya van kesan ji bûyera şîdet û îşkencekirinê re heya ku gihîşt asta kuştinê ev kes pêwîst e werin darizandin û edalet pêk were."
Her wiha çavkaniyek ewlehiyê ji ajansa me re ragihand ku gumanbarên sereke yên vî sûcî, hevjîn û bavê wî ne, ji bo lêpirsînê hatine girtin û di heman demê de kampanyayên hevgirtinê hîn jî berdewam dikin da ku bigihîjin riya rast û edaletê pêk bînin."