Jin xwe ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re amade dikin
Jinên ji bajarê Zirgan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi salan e êrişên dewleta Tirk li ser didome, bi xwendina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji pêvajoyê re amade dikin.

SORGUL ŞÊXO
Zirgan – 27'ê Sibatê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û vê bangê li qada navneteweyî û ya herêmî deng veda. Ji lewre îro jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin vê bangê bixwînin û bikevin nava hûrguliyên wê. Li bajarê Zirganê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi salan e li dijî êrişên dewleta Tirk di nav berxwedanê de ye, jin bi pêşengiya Kongra Star Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwînin.
Jinên ku beşdarî xwendinê bûn, nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ew bi xwendina manîfestoyê xwe ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re amade dikin.
‘Ji bo ku em civakê demokratîk bikin divê ji demokrasiyê bawer bikin’
Endama Meclisa Edaleta Jin Meryem Qasim got ku Rêber Ocalan bi salan e li Îmraliyê li hemberî her cure êrîşên fîzîkî û derûnî li ber xwe dide û wiha got: “Pêwist e em destê rêbertiya xwe bihêz bikin, ew li Îmraliyê em jî li qadan divê vê pêvajoya aştiyê bibin serî. Civak ava û birêxistin nebe bêguman wê civak demokratîk nebe, ji lewre divê ku em di nava têkoşîneke bêdawî de bin. Ji bo ku em bikaribin civaka xwe demokratîk bikin divê destpêkê kesên azad û bi demokrasiyê bawer bin hebin ew nebin bêguman wê pêkanîna pêvajoyê seqet bimîne.”
‘Divê her kes di pêvajoyê de cihê xwe bigire’
Meryem Qasim bal kişand ku guhertina hişmendiyê jî beşdarbûna vê pêvajoyê ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Civak bi hemû çîn, netew ol û mezhebên xwe divê were birêxistinkirin û guhertinek cidî çêbibe. Ji bo kesayetên demokratîk ava bibin divê wateya demokrasiyê were zanîn. Li gorî wê danûstandin û qenalên têkiliyan bi kesên nijadperest, olperest, zayendperest û netewperest re were avakirin û dest bi guherînê bibe. Ev xebat xebateke ku gelek wext dixwaze ku pêk were, guhertina hişmendî û baweriyê ne hêsan e û pêwist e her kes di nava pêvajoyê de cih bigre.”
‘Pêwist e jin hêza xwe ya leşkerî mezin û xurt bikin’
Endama komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Ala Hemîd jî got ku Rêber Apo dibêje ‘Yên şer dikin ew bi xwe aştiyê tînin' û wiha berdewam kir: “Niha dema aqil e, niha pêvajoyeke nû ya aştî û siyasetê destpê dike. Li gorî pêvajoyê her yek ji wan tê bikaranîn. Ji lewre divê ku destpêkê jin xwe zana bikin, beşdarî perwerdeyan bibin û bikaribin li hemberî hişmendiya mêrên serdest têbikoşin, azadiya xwe bi dest bixin. Her wiha divê ku jin hêza xwe ya leşkerî xurt bikin, xwe bi çek bikin û ji rojên girantir re amade bin.”
‘Xwe birêxistin bikin û meşa xwe bidomînin’
Ala Hemîd bal kişand ser girîngiya xwe birêxistinkirinê û wiha behsa parastina projeya demokrasiyê kir: “Di bin çi şert û mercê de be bila bibe, ne pêkan e ku em dest ji projeya xwe berdin. Şer hê bi dawî nebûye, bêîstiqrarî didome, ya di vê demê de were kirin ew e ku civak xwe perwerde bike, biçek bibe û rêxistina xwe qewîn bike, da ku xwe ji kuştin tecawiz û binpêkirina mafan biparêze. Ji lewre pêwist e jin tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re weke nimûne bigrin dest. Em bi meşa li ser fikr û felsefeya Rêber Apo bihêz dibin. Divê em li peyî heqîqetê bimeşin û bizanibin em kî ne û tişta tê xwestin çi ye.”