Jin wê di 30’ê Adarê de ji bo Filistînê bimeşin

Meşa Jinan a Cîhanê ragihand ku wê bi dirûşma ‘Ji rûbar heta deryayan, heta Filistîn azad bibe, wê jin meşê berdewam bikin!’ di 30’ê Adarê de bi armanca piştgiriya jinên Filistînê ji gelek parzemînên cîhanê, wê çalakiyên hemwext bikin.

Navenda Nûçeyan- Meşa jinan a Cîhanê (DKY) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di 30’yê Adarê de ji bo jinên Filistînê li her cihê cîhanê meşan li dar bixin. Di daxuyaniya ku bi dirûşma ‘Ji rûbar heta deryayan, heta Filistîn azad bibe, wê jin meşê berdewam bikin’ hat weşandin de hat diyarkirin ku wê roja 30’ê Adarê di saetên nîvroyê de li giravên Pasîfîk dest pê bikin, heta parzemîna Asya, Rojhilata Navîn, Bakûrê Efrîqa, Ewropa û Amerîkayê bi dawî bibe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li pey rojê 24 saet çalakiya pişevaniya femînîst!

Roj li cihên cuda yê cîhanê derdikeve û diçe ava, wê dengê me bi hev re bilind bibe û ji bo cîhaneke baştir wê daxwazên me yên hevbeş deng vedin.

Ji bo em piştgiriya xwe nîşanî jinên Filistînê bidin

Di 30’ê Adarê de li seranserê cîhanê jin wê 24 saetan ji bo çalakiya piştevaniya femînîst, rojê bişopînin. Di her dema gerekstêrkê de di saetên nîvroyê de, ji bo em piştevaniya xwe nîşanî jinên Filistînê bidin em ê çalakiyên femînîst li dar bixin. Ev derbasbûna saetê wê li giravên Pasîfîk dest pê bike; wê li parzemînên Asya, Rojhilata Navîn, Bakûrê Efrîqa, Ewropa berdewam bike heta Emerîkayê bi dawî bibe.

Çalakiyên hemwext

Ji bo bi jin û mirovên Filistînê re bin û ji bo têkoşîn û azadiya wan, ji bo mafên wan ê têkoşînê bi armanca bihêzkirina bangên wan, em ê 24 saetan li parzemîn û gerekstêrkan bigerin. Wê çalakiya me balê bikşîne û armanc ew e ku qirkirina Îsraîla dagirker demildest bi dawî bibe. Ev çalakiyên senkronîze, girêdana me ya bi hev re û yekitiya çalakiyên me û hêzê derdikeve wê bi bandor be.

Her saeta ku derbas dibe, li dijî sîstema mêrsalar em ê serî hildin, zextan ji holê rakin û nîşanî hemû kesan bidin ku em biryardariya xwe avakirina civakek adilane, dixwazin. Em bi hev re ber bi ronahiya piştevaniyê û ji bo sibeyek baş dmeşin.

Dema em dikevin vê riya bi veger, rojê dişopînin û peyama xwe ya hêvî û têkoşînê didin em li her cihê cîhanê belav dibin û gelek kes beşdarî me dibin!”