"Jin Tv bûye dengê jinên têkoşer"
Nûçegihanên Jin Tv têkildarî sêyemîn salvegera damezrandina televîzyona Jin Tv wiha dibêjin: "Armanca me ragihandina hest, têkoşîn, berxwedan û keda jinan e, li dijî hişmendiya mêrê serdest û tundiya li ser jinan, em ê bi riya nûçe, rapor û dosya, rastiya heyî ji cîhanê re aşkere bikin."
DILUCAN BOZÎ/ROJDA SEYÎDXAN
Kobanê/Qamişlo- Televîzyona Jinê Jin Tv ji aliyê Weqfa Newaya Jinê ve di 9'ê çileya 2018'an de di salvegera her sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li paytexta Fransayê hatibûn qetilkirin hat ragihandin ku wê televîzyona jinan vebe. Televîzyona Jinan Jin Tv di 8'ê Adara 2018'an roja jinên têkoşer ên cîhanî de dest bi weşana testê kir û bi awayekî fermî di 30'yê Hezîrana 2018'an de bi dirûşma "Dengê jinê rûyê jiyanê" dest bi weşana fermî kir.
Jin TV bernameyên bi zimanê Erebî, Farsî, Tirkî û hemû zaravayên Kurdî pêşkêş dike. Li Kurdistanê weşan dike û navenda wê li Ewropa (Holanda) ye. Jin TV weke yekemîn qenala li Kurdistan û duyemîn qenala li cîhanê ku bi destên jinan hatiye damezrandin. Jin TV ji bo bibin dengê resen ê hemû jinên Kurd, jinên herêmê û cîhanê xwe li welat û derveyî welat bi rêxistin kirine. Jin TV xeyalên Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û hemû şehîdên jin ên ragihandina azad pêk tînin. Li dijî van zextên bi hevkariya zilam û dewletê jin belkî cara pêşî ye ku di dîrokê de bi bîreweriyeke herî xurt û refleksên rêxistinî, bi têkoşînê bersiv didin. Çawa ku berxwedaniyên mezin ên ku jinan di dîrokê de kirine zilmê bi destê xwe ew tehf daye, îro jî deng û qêrîna jinan, serhildaniya wê ya di medyaya sereke de xwe nabîne û bi paş ve tê tehfdan. Ajansa Jinan a ku xwe dispêre raman, ked, ziman û şîroveya jinan yek ji vê mînakê ye.
Rahiştiye nirxên gerdûnî yên jinan, hêlên xwe yên resen jî qeyîm kirine û li her qadê jinên Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen û hwd, hewl dane ku gavên pêşî bavêjin. Yek ji van qadan jî qada çapemeniyê ye. Têkildarî salvegera sêyemîn a damezrandina televîzyona jin Tv. nûçegihanên Jin Tv. ji ajansa me re axivîn.
"Hemû jin ked û piştgiriyê didin televîzyona jinan"
Şêrîn wiha behsa armanca vekirina televîzyona jinan dike: "Ez damezrandina televîzyona jin Tv. li hemû xebatkar û tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Tv ya jinan rewşa herêmê û bi taybetî ew jiyana ku jin di nav de dijîn radigihîne û ji bo azadiya jinan têdikoşe. Vekirina vê qenalê ji bo tevahî jinan mizginî bû ku ked û berxwedaniya jinan pêşkêşî civakê dike. Tv. ya jinan di 8'ê Adarê de hat vekirin, ji bo em hîn bi awayên baş û xurt ked û berxwedaniya jinan ji raya giştî re ragihînin loma ev qenal di roja jinan de dest bi weşana testê kir."
"Jin tv serkeftina jinan teqez dike"
Şêrîn wiha qala kar û xebatên di tv. de dike: "Em jî wek nûçegihan, montaj û kamerevanên vê televîzyonê bi kedek mezin kar didin meşandin. Em gelek bi şans in ku em jin xwe bi xwe televîzyona xwe bi rê ve dibin. Ji dîrokê bigre heta roja îro her dem keda jinan tê xwarin lê bi riya vê televîzyonê keda jinan tê eşkerekirin. Dema tv ya jinan hat vekirin ew bi xwe gavek serkeftî bû, hezkirin û naskirina jinan ji televîzyona jinê re heye. Dema em mîkrofona xwe dirêjî gel dikin yekser bi kêfek mezin dibêjin JIN tv bûye mêvanê me. Mirov dikare bêje ku televîzyona me li her derê hatiye naskirin û ev yek jî serkeftina jinan teqez dike."
"Di sê salan de gavên serkeftî hatin avêtin"
Şêrîn diyar ki ku wan bi dirûşma 'Dengê Jinê, rûyê jiyanê' dest bi weşanê kirine û wiha domand: "Heta niha jî tundî li ser jinan heye û em bi kamera û pênûsên xwe wan tundiyan derdixin holê û di ekranên xwe de teşhîr dikin. Her wiha em hêz û vîna jinan di ekranên xwe de pêşkêş dikin. Televîzyona jinan bi dirûşma 'Dengê jinê, rûyê jiyanê' dest bi weşanê xwe kir, rast e gelek zehmetî hebûn lê di nava sê salan de gavên serkeftî jî hatin avêtin. Dengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di televîzyona jinan de derket. Di dema destpêkê de dema me li herêmên Ereban de kar dida meşandin, jinên Ereb ji kameraya me direviyan lê bi demê re wê şermê derbas kirin û niha gelek berhemên wan di televîzyona jinan de tên pêşkêşkirin. Rast e jinên Ereb girtî ne û di nava pergala çeteyên DAIŞ û rejîma Baasê de jiyane lê dîsa me karibû em rengê jinên Ereb nîşanî cîhanê bidin."
"Jin bi pênûsa xwe rastiyê derdixin holê"
Her wiha nûçegihana Jin Tv ya Kantona Qamişloyê Bêrîtan Îrlan der barê rola jinan di nava tv. de wiha dibêje: "Di hemû pergalan de ragihandin û televîzyon bi pergala mêr û kapîtalîzmê tê meşandin. Her wiha rûyê ked, hebûn, dîrok û jiyana jinan heta niha li tu ragihandinê derneketiye pêşberî cîhanê. Lê Jin tv bi deng û rengê xwe dîrok, rastî, têkoşîn û hebûna jinan derxist holê û dengê tevahî jinê di raya giştî de belav kir. Yek ji wan cihan jî rojavayê Kurdistanê ye ku şoreşa jinan pêk hat û jinên ku bi pêkhateyên cur be cur dijiyan ji desthilatdarî û tundiya heyî re gotin êdî bes e. Loma rola Jin tv. li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng e ku em bibin dengê tevahî jinan. Îro xebatkarên jin tv. bi dest û pênûsa xwe rastiya civakê û bi taybetî ya jinan derdixin holê."
"Jin Tv ji bo ragihandinê bû şoreşek"
Bêrîtan di berdewama gotina xwe de pêşketinên di nava 3 salan de wiha dinirxîne: "Bi avabûna jin tv şoreşek mezin çêbû. Jin tv ji destpêka avakirina xwe ve ji bo civaka ku her tim digotin jin nikare bi tena xwe kar bike û kar bi rêve bibe, bersiv da û got ez ê hemû jinên cîhanê hembêz bikim, kar bikim û ez ê bibim zimanê tevahî jinan. Ev gava yekemîn e ku li cîhanê televîzyonek ji bo têkoşîn û berxwedaniya jinan hatiye avakirin û hemû xebatkar û rêveberên wê ji jinan pêk tên. Çawa tevahî jinên cîhanê îlhama xwe ya herî mezin ji şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê girtin, Jin tv jî bi avabûna xwe şoreşek pêk anî. Di vir de her tişt bi nêrîn û pratîka jinan pêk tê ev yek jî serkeftina tevahî jinan e ku mirov pê serbilind e. Her wiha fikrên me komînal e ji ber armanca me yek e.”
"Jin Tv li tevahî cîhanê deng û rengê jinan e"
Bêrîtan di dirêjahiya gotinên xwe de bandora jinan a di Jin tv de wiha tîne ziman: "Li televîzyona jinan Jin tv hemû beşên cuda yên ku jinan eleqedar dike hene. Her wiha dema ku li dîmen, nûçe, dosya ango bernameyan tê temaşekirin, mirov hîs dike ku bi dest û keda jinan hatiye çêkirin. Jin di hemû karê xwe de cidî ne û di kar de ziraviyên heyî zû keşif dikin. Armanca me ew e ku em deng û rengê jinan di hemû mijaran de bidin pêş û nîşanî tevahî cîhanê bidin. Jin – dayik gelek ked didin, pir kar dikin, nîşandan van tiştan erka xebatkarên Jin tv ye. Di navenda me de jî pêkhateyên cuda bi hev re kar didin meşandin. Em tu caran cudahiyan naxin navbera xwe, ji ber pergala heyî li hemberî ked û hebûna jinan xwe bi rêxistin kiriye loma êşa me jinan yek e. Her wiha divê em xwe li hemberî pergala heyî bi rêxistin bikin. Her wiha em bernameyên mîna lêkolîn, nêrîn, çand, siyasî, civak çêdikin. Em van yekan bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî pêşkeşî jinan dikin. Ez wek kes jî dosya, bernameyên taybet, lêkolîn bi zimanê Kurdî dikim û pêşkêşî jinan dikim. Dema ez kar dikim û rastiya heyî derdixînim pir kêfxweş dibim ku ez dibim dengê jinan. Her wiha divê tevahî jin televîzyona xwe bişopînin û êş, kêfxweşî û dîroka jinan hîn bibin. Têkoşînek mezin ji bo xweîfadekarina jinan heye û beşek mezin jî jê serkftî ye lê xeterek mezin li ser nifşên nû heye. Dewletên desthilatdar bi hemû hêzên xwe di aliyê civakî û piranî di aliyê medya civakî de êrîş dike. Ev êrîş jî bandor li ser civakan dike loma erka me ew e ku em rastiya heyî derxin holê û wiha pêşkêşî civakê bikin û em di nava têkoşînê de ne. Em wek endamên Jin tv soza xwe nû dikin, em ê bibin deng, reng û heqîqeta tevahî jinên cîhanê û banga me ji hemû jinan re ew e ku dengê xwe bibihîzin û dîroka xwe binasin."