JIN TV 8 salî ye: Jin berxwedanê mezin dikin

JIN TV ku hemû xebatkarên wê jin in, tevî gelek zorî û astegiyan jî belgekirina têkoşîn û berxwedana jinan didomîne.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Televîzyona yekem a jinan JIN TV ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike, di sala 2018’an de dest bi weşanê kir. Ji wê rojê heta niha, ji bo rastiya ku jin dijîn nîşan bide, belgekirina çîrok, têkoşîna wan û bi armanca pêşxistina jinan û hişyariyê, weşanê dike.

JIN TV dikeve sala xwe ya 8’an a weşanê. Bi vê wesîleyê yek ji pêşkêşvanên wê Samîa Kurdî diyar kir ku her sal zêdetir bi biryardarî têkoşîna jinan belge dikin û wiha got: “JIN TV televîzyona duyem a jinan ku li seranserê dinyayê weşanê dike. Ev yek zêdetir me motîve dike. Jiyan û serkeftinên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ji cîhanê re radigihînin.”

Bû dengê jinan

Samîa Kurdî da zanîn ku JIN TV ji avabûna xwe heta niha bi bername, dosya û nûçeyên jinan balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan û wiha got: “Ev pêvajo ne asan bû, lê belê tevî hemû tengasiyên ku jin dijîn, JIN TV hebûna xwe didomîne. Ev bû 8 sal em li gel jinan in. Di dema xebatên xwe de me gelek zorî dîtin û hê jî em rastî astengiyan tên. Lê belê hedefa me, di mijara belgekirina têkoşîna jinan û serkeftina wê de hêzê dide me. Di heman demê de em êrîşên dewleta Tirk ên li ser jinan jî belge dikin. Mînak me gelek girîngî da çîrokên jinên beşdarî berxwedana parastina Bendava Tişrînê bûne.”

Samîa Kurdî anî ziman ku hemû xebatkarên JIN TV’yê ji jinan pêk tên û wiha got: “Em ji civakê her dem em vê pirsê dibhîzin; kanala televîzyona ku bi temamî ji jinan pêk tê ye? Jin çawa dikarin projeyek wiha bi rê ve bibin?’ Têkoşîna ku me daye û kalîteya weşanê ya ku em gihîştinê, bersiva herî baş a van pirsan e. Weşanên ku heta îro me kirine û asta profesyonel a em gihîştinê, îsbat dike ku tevî hemû zoriyan jî têkoşîna me didome.”

Bandora têkoşîna jinan a li ser civakê

Samîa Kurdî bal kişand ku di nava salan de JIN TV hişmendiya jinan di nava civakê de çawa guhertiye û wiha got: “Êdî civak jinan tenê weke hebûnek pêwîstî bi alîkariyê heye nabîne. Jin êdî bûne faktorek, difikirin, têdikoşin û diguherînin.”

Samîa Kurdî behsa ceribandinên xwe yên şexsî kir û da zanîn ku xebata wê ya di JIN TV de karekterê wê guherandiye û wiha got: “Medyaya jinan, ji bo jin xwe bi pêş bixin û asoyên xwe fireh bikin gelek girîng e. Me jî di vê pêvajoyê de guherînên mezin çêkir. Êdî em xwe zêdetir bi hêz hîs dikin.”

Samîa Kurdî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku platforma medyaya JIN TV ji bo jinan di asta şoreşê de ye û sûdê dide pêşketina wan a di civakê de û got: “Îro televîzyona jinan, ji bo pêşketin û perwerdeya jinan hemû derfetan pêşkêş dike. Em ê di her warî de xwe îsbat bikin.”