"Jin tu carî dev ji têkoşînê bernadin”
Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê ya li hember îşkenceya li aştîxwazên di 5'ê Îlonê de girtin binçavan hatî kirin daxuyanî da û got: "Jin tu carî dev ji têkoşînê bernadin, bila vê baş bizanin.”
Stenbol - 5'ê Îlonê bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê "Mîtînga Aştiyê" bihata lidarxistin lê destûr nehat dayin û ji ber wê gelek kes hatin binçavkirin. Hat zanîn îşkence li yên hatine binçavkirin hatiye kirin. Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî gotinên zayendperest ên li dijî endamên wan û îşkenceya li kesên hatin binçavkirin hat kirin li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Ew ê zinhiyeta we ya qirêj ji têkoşîna jinan re nebe asteng" hat hilgirtin. Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Dersim Dag, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Suna Kaymaz, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut û gelek kes ji Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di serî de parlementera HDP’ê Dersim Dag mafê axaftinê girt û nirxandin kir.
“Di bin çavan de îşkence li jinên aştîxwaz hat kirin”
Dersim Dag diyar kir ku ew ji bo dengê aştiyê bilind bikin di 5'ê Îlonê de hatin gel hevdu û wiha got:"Êrişeke hovane li dijî daxuyaniya çapemeniyê hat kirin û bi îşkenceyê kesên li wir hatin binçavkirin. Kesên xwestin dengê aştiyê bilind bikin bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Amîrê polîsan Muharrem Yazga wekî her çalakiyê di vê çalakiyê de jî îşkence li jinan kir. Amîrê polîs careke din nêzîkatiya aqilê dewletê ya li hember jinê nîşan da. Em careke din dibêjin em ê hesab ji her kesî bipirsin."
“Bi îşkence û heqaretê em hatin binçavkirin”
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Rojbîn Keskîn a Muharrem Yazgan di çalakiyê de gotinên zayendperest jê re kir û îşkence lê kir wiha got:"Ji ber em naxwazin jin bi tecawiz û destdirêjiyê rû bi rû bimînin loma em li wê qadê bûn. Bi îşkence û heqaretê em hatin binçavkirin. Di wesayitê de jî îşkence li me kirin. Polîsa jin şîmaq li me xist û polîsê mêr jî kulm li me xist. Em ê li dijî zihniyeta faşîst a dewletê serî netewînin.”
“Jin tu carî dev ji têkoşînê bernadin”
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut jî diyar kir daxwaza aştiyê nikare bê qedexekirin û wiha got:"Rojnameger û gelek kes bi tundiya wiha rû bi rû dimînin. Daxuyaniya çapemeniyê mafekî zagonî ye, nikare bê qedexekirin. Lê belê polîsan bêyî ku daxuyaniyekê bidin me rehîn girtin. Em ê li dijî tundiya polîsan çi ji destên me bê bikin. Jin tu carî dev ji têkoşînê bernadin û em ê şopdarên rewşê bin."
Daxuyanî bi diruşmeyan dawî bû.