Jin li Suweydayê azadiyê dixwazin

Beşdarvanên tevgera gel a ku di meha duyemîn de li Suweydayê berdewam dike, ji bo avakirina rêveberiyeke sivîl a li ser esasê demokrasiyê dixwazin hikûmet bê rûxandin.

Suweyda- Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê jin daxwazên xwe yên ji bo guhertina siyasî û rûxandina hikûmeta Sûriyeyê li qadan bilind dikin.

Duh li Qada El-Karama bi beşdariya girseyî ya jinan çalakiyek hate lidarxistin. Ji jinan Faryal Araj jî diyar kir ku ew daxwaza azadiyê û mafên xwe yên herî bingehîn dikin û got: “Em ji bo xwe û zarokên xwe jiyaneke bi rûmet dixwazin, em dixwazin li ser axa xwe di nava aramiyê de bijîn. Ji ber zext û mercên zehmet em daketin kolanan. Dixwazim diyar bikim ku tu destwerdana ji derve di xwepêşandanan de nîne. Divê hemû jinên Sûriyeyê bibin yek û dakevin qadan û daxwazên xwe bilind bikin.”

‘Ji bo mafên xwe yên herî bingehîn em li qadan in’

Rehab Areej jî got: “Bêedaletiya li welat, zext, gendeliyên rayedaran û bikaranîna narkotîkê ya berfireh gel aniye vê qonaxê. Em dixwazin ev rejîma qirêj biguhere. Ji bo jiyaneke bi rûmet û azad em rêveberiyeke nû ya sivîl dixwazin. Em ji bo daxwaza mafên xwe yên herî bingehîn li qadan in. Ji bo jîngehek bi ewle ava bikin, em dixwazin rejîmê hilweşînin.”