Jin li ser nenavendîbûna Sûriyeyê nîqaş kirin

Li Qamîşloyê, bi pêşengiya Ofîsa Jin ya MSD’ê û Meclisa Jin ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, bi sernavê “Nenavendîtî û pêşxistina rola jinan di avakirina Sûriyaya siberojê de” panelek hate li dar xistin.

Qamişlo – Ofîsa Jin ya Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) û Meclisa Jin ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, panelek bi sernavê “Nenavendîtî û rola jinan di avakirina Sûriya siberojê de” li dar xist. Panel, bi beşdariya sazî û rêxistinên jinan, li Salona Zana ya Qamişloyê pêkhat.

Piştî deqeyekî rêzgirtîn, beşên panelê hatin diyarkirin. Panel, ji aliyê Endama Ofîsa Jin ya Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Bêrîvan Mihemed, Rêveberiya Ofîsa Jin ya Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Hindirîn Mihemed û Berdevak Meclisa Jin ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Meram El-Elî ve hate birêvebirin.

Di panelê de destpêkê mijarên “Nenavendîkirin li Sûriyeyê: Têgeha wê û Bandora wê li ser Pêşerojê” û “Danasîna Nenavendîkirinê: Têgeha wê û Girîngiya Bicîhanîna wê li Sûriyeyê” hate nîqaşkirin.

‘Li Sûriyeyê bi cîhanîna nenavendîkirinê gaveke girîng e’

Têkildarî mijara destpêkê de wiha hate gotin: “Nenavendîkirin têgeheke siyasî û îdarî ye ku behsa belavkirina hêzan di navbera hikûmeta navendî û rayedarên herêmî an jî rêveberiyên herêmî de dike. Di çarçoveya Sûriyeyê de, nenavendîkirin amûrekî girîng temsîl dike. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, eşkere bûye ku modela navendî di pêkanîna edalet û wekheviyê di navbera herêmên cuda de bi ser neketiye û beşdarî marjînalîzekirina gelek pêkhateyên Sûriyeyê bûye. Bi cîhanîna nenavendîkirinê li Sûriyeyê gaveke girîng e ber bi vegerandina hevsengiya civakî û siyasî li welat.”

‘Nenavendîkirin ji bo misogerkirina edalet û wekheviyê çarçoveyek peyda dike’

Der barê mijara duyemîn de jî wiha hate gotin: “Nenavendîkirin çarçoveyek peyda dike ji bo misogerkirina edalet û wekheviyê di navbera civakan de û sivikkirina tengezariya ku ji monopolîzasyona desthilatdariyê di navendê de derdikeve holê. Nenavendîkirin beşdarî xurtkirina beşdariya gel dibe û dihêle ku civaka sivîl, û bi taybetî jin, rasterast beşdarî biryardanê bibin.”

Di dawiya panelê de mijara “Rola jinan di nenavendîkirinê de” hate nîşan kirin û hate diyarkirina ku di avakirina Sûriyaya siberojê de nêrîna nîştimanî û girîngiya beşdariya hemû beşên civakê û bi taybetî jî ya jinan, esasê demokrasî û pirrengiyê ye.