‘Jin li Kantona Dêra Zorê roleke sereke di avakirina civakê de dilîze’

Hevseroka Meclisa Gel ya bajarokê Hecînê Ayde El-Colan diyar kir ku ji ber jin di her qadê de asta rêveberiyê de cîh digirin roleke gelekî girîng di avakirina civakê de dilîzin.

ZEYNEB XILÊF

Dêra Zor- Piştî rizgarkirina Dêre Zorê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rola jinan di nav civakê de di milê erenî de hat guhertin. Jinên Dêre Zorê ên ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bûn, di nav sazî û meclisên xwecihî de cih digrin û xwe gihandin asta hevserok û xwedî biryarên girîng. Tevî hemû zehmetiyên ku hîn xwe didin der rûxmê hemû astengiyan jî  jî dibin beşek sereke di avakirina civakê de.

`Rola jinan guhertinên mezin bi xwe re anîn`

Hevseroka Meclisa Gel ya bajarokê Hecînê Ayde El-Colan di destpêka axaftina xwe de behsa rol û mîsyona jinan di sazî û meclîsan de kir û wiha got: "Rola jinan veguhertinên mezin bi xwe re anîn. Jinan fikra hevserokatî bi coşeke mezin pêşwazî kirin ji ber weke xala veguhertinê di qada siyasî û rêveberî de bû. Nerîna derbarê jinan de jî bi avabûn û hebûna Rêveberiya Xweser hat guhertin. Baweriya jinan bi wan gelekî zêde bû û bû sedem ku rola wan di saziyan de gelekî xurt bibe."

Jinan di hemû waran de xwe îsbat kirin’

Ayde El-Colanî wiha gotinê xwe berdevam kir: "Karê jinan ne tenê di nava Rêveberiya Xweser de ye lê belê jinan di gelek waran de xwe isbat kirin mîna perwerde, tenduristî û endezyariyê. Gelek jin bi bawernameyên diktora û dermanxane wergirtin. Piştgiriya ku jinan ji gelek aliyên rêveberî wergirt bandoreke mezin li pêşxistina wê di kar de kir. Îro roj mirov dikare bêje jinan hebûna xwe îsbat kirine. Jin êdî  ne tenê ji bo xwe ji bo nifşên li pêşiya me jî dikarin biser bikevin û armancên xwe pêk bînin. Tişta niha hatiye bidestxistin destpêkirineke xurt ji jinan re ber bi pêşerojê ye. Bi demê re jî pêşbînî hene em hîn pêşketinên mezintir bibînin ku dê rola jinan di civakê de hîn xurttir bibin."

Jin bingeha serkeftina sazî û meclisan e’

Ayde El-Colanî di axaftina xwe de destnîşan kir ku jin bingeha civak û serkeftina saziyan û meclisan e û diyar kir ku  bi rengekî sereke ev sazî xwe dispêrin rola jinan û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Divê nerîna pêşerojê hîn berfirehtir û mezintir be. Divê em bawernameyên zanistî qezenc bikin û piştgiriyê bidin jinên bêkar ji ber fikra Rêveberiya Xweser a xurtkirina jinan hişt ku jin beşdarî civakê bibin. Pêşeroj di hundirê xwe de serkeftinên mezintir veşartiye. Divê her kes piştgiriya jinên bêkar bike. Ez ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hêvî dikim ku di riya xwe de serkeftî bin û hîn zêdetir xwe pêş bixin."