Jin li hemberî êrişan bi biryar in: Em ê rê nedin dagirkeriyê

Jinan li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser bajarê Minbic û gundewarên wê bertek nîşan dan, bal kişandin ser parastina destkeftiyên xwe û gotin: “Em ê nehêlin bihustek axa me bê dagirkirin."

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo - Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. 8’ê mehê êvarê dewleta Tirk li Eyn Îsayê bi balafirek bê mirov êrişê sîvîlan kir. Di encama êrişan de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û piraniya wan jin û zarok in. Jinên ji bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîr a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser komkujiyên ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe pêk tîne û li hemberî êrişan bi biryarbûna xwe anîn ziman.

‘Divê ji dewleta Tirk hesab bê xwestin’

Jina bi navê Emîra Hiso êrişên dewleta Tirk ên ku li ser sivîlan pêk tîne şermezar kir û bang li dewletên navneteweyî kir ku hesabê ji van sûcdaran bixwazin û got: "Em dibînin ku her roj dewleta Tirk êrişên hovane li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û komkujiyên mezin li ser sivîla dike. Dewleta Tirk li milekî qala aştiyê dike, li milekî komkujiyan dike. Ev çi aştiye ku her roj bi belafirên xwe yên bê mirov êrişan li ser gel û herêma me de pêk tîne. Li Eyn Îsayê komkujiyek li ser malbatekê de pêk aniya ku di encama wê komkujiyê de 12 kes jiyana xwe ji dest dane û piraniya wan jin û zarok in. Ma çi sûcê wan zaroka ne ku hatin qetilkirin ma ew zarok dikarin şer bikin. Di her êrişekê de saziyên me yên xizmetguzariyê dike armanc, di herêmên me yên dagirkirî de destdirêjiyê li jinên Kurd dike. Banga me ji hemû  saziyên navnetewî re ew e ku van êrişan rawestîne û ji dewleta Tirk hesab bê xwestin."

‘Em ê serî netewînin’

Emîra Hiso diyar kir ku ew weke jinên Kurd wê her dem di nava têkoşînê de bin û li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em jinên Kurd em qet van êrişan qebûl nakin. Ev komkujiya ku pêk anîne, ne komkujiya yekemîn e bi hezaran mîna van komkujiyan pêk bianiye li ser gelê Kurd. Dewleta Tirk ewqas dewleteke lawaz e ku ne lawaz ba ji jinan neditirsiya û jinên Kurd armanc nedigirt. Em ê her dem li dijî van êrişan wî bisekinin û şermezar bikin. Em ê heta dawiyê têkoşîn bikin û ser netewînin ji dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê."

‘Di encamê de 12 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan’

Her wiha li aliyekî din jî jina bi navê Salha Keleş li dijî êrişên dewleta Tirk axivî û got: "Ev rewşa ku îro em tê de derbas dibin rewşek hesas e her sal em dibînin ku dewleta Tirk a hovane êrişî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ev siyaseteke qirêj e ku dewleta Tirk pê radibe. Ev serê sê çar rojan e ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişên hovane li ser bajarê Minbic û gundewarên wê pêk tîne. Di heman demê de duh dewleta Tirk li Eyn Îsayê komkujiyek li ser malbateke sivîl de pêk anî di encamê de 12 kesan ji eynî malbatê jiyana xwe ji dest dan di nav wan de jin û zarok in. Ev komkujiya ku pêk aniye dûrî pîvanên mirovahiyê ye. Em dibînin ku her dem jin tê hedefgirtin ji ber ku dewleta Tirk ji wê kleşa li ser milên jinan ditirse nikare sîng bi sîng şer bike, bi balafirên bê mirov wan armanc digre û şehîd dixe."

‘Em ê nahêlin axa me dagir bibe’

Salha Keleş destnîşan kir ku ew weke jin ê her dem di nava têkoşîne de bin û welatê xwe biparêzin û wiha bi dawî kir: "Em weke jinên Rojavayê Kurdistanê me xwe îsbat kiriye ku bi hemû derfetên xwe têdikoşin. Em ê her dem xwedî helwest bin û li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin ku tu carî bi balafirên xwe vîna me bişkîne yan bajarê me dagir bikin em ê her dem li hemberî te bisekinin û nahêlin ku axa me dagir bike heya dawiyê."