‘Jin li dor fikir û felsefeya Rêber Apo xwe zane û birêxistin dikin’

Di çarçoveya kampayaya ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Pirskirêka Kurd re Çareserî’ de li navenda Şengalê semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de hat gotin ku Abdullah Ocalan ji hemû gelên bindest re bûye hêviya azadiyê.

CÎLAN ROJ

Şengal-Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Rêber Apo re Azadî Ji Pirskirêka Kurd re Çareserî’ de ji aliyê Meclisa Xweser a Şengalê û Meclisa Giştî ya Şengalê ve li navenda Şengalê semînerek pêk hat.

Di semînera ku bi deqeyeke rêzgirtinê pêk hat de, nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser civaka Êzidî hat temaşekirin û guhdarkirin. Piştî guhdarkirin û temaşekirina nirxandina Abdullah Ocalan kesên ku tev li semînerê bibûn nêrînên xwe anîn ziman. Di nêrînan de hat gotin ku Abdullah Ocalan ew rêber e ku ji hemû gelen bindestan re bûye hêviya azadiyê û hat diyarkirin ku azadiya wî azadiya hemû gelên bindestan e.

Piştî nirxandinan seminer bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

‘Jin xwe zane û birêxistin dikin’

Têkildarî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku çawa jin xwe li derdora fikir û felsefeya wî zane û birêxistin dikin,  Hevseroka Meclisa Giştî ya Şengalê Emşê Reşo ji ajansa me re axivî.

Emşê Reşo diyar kir ku ji Şengalê heta çar parçeyên Kurdistanê û her dera dinyayê jin rastî tundî-zordariya mêr-dewletê hatine û wiha axivî: “Lê jin bi naskirina ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe zane û birêxistin kir. Rast e berê jî di nav civaka Êzidî de naskirina fikrên Rêber Apo hebû lê heta fermanê jî jin nikaribû xwe bi rêxistin bike lê piştî fermanê jin li her derê qadê xwe zane û bi rêxistin kir û bi xwe re civaka xwe jî zane.”

Banga xwedî derketinê

Di nirxandina xwe de Emşê Reşo destnîşan kir ku bi fikre Abdullah Ocalan jinên Êzidî bûne xwedî çav,guh û ziman û ev tişt got: “Li ser vê esasê çawa ku Rêber Apo guh, çav û ziman daye jinan divê jin jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe çi ji destê wan bê bikin.”

Her wiha di dawiya axaftina xwe de Emşê Reşo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bang kir: “Banga min li jinên Êzidî û jinên her çar parçeyên Kurdistanê ku xwe li ser fikrên Rêber Apo zane û bi  rêxistin kirine heye, xwedî li Rêberê xwe derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin.”