Jin li dijî Talîbanê meşiyan: Talîban du sal in tenê zilm anî welat

Jinên ku li paytexta Efganistanê Kabîlê hatin ba hev, destnîşan kirin ku hevpeymana di navbera Amerîka û Talîban de şermek e û bi bîrxistin ku Talîban ev dû sal e ji derveyî sefalet û zilmê tiştek din neaniye welat.

Kabul - Li Efganistanê bi boneya duyemîn salvegera ji aliyê Talîbanê ve desteserkirina rêveberiya welat a Efganistanê xwepêşandan berdewam dikin. Jinan li ruxmê hemû zext û zilmê li çar aliyên Efganistanê dengê xwe bilind kirin.

Jin li Kabîlê hatin ba hev

Jinên ku dûh li Kabîlê hatin ba hev, rêveberiya Talîban şermezar kirin. Jinên ku pankarta li ser ‘Azadî’ dinivîsî bilind kirin, bi gotina ‘Ne Amerîka, ne Talîban, desthilatdarî di destê gel de ye’  hevpeymana di navbera Amerîka û Talîbanê de weke şermek mezin bi nav kirin.

Bang li jinên cîhanê

Jinan soza ku wê li dijî faşîzma Talîbanê têkoşînê bidin meşandin dan û bang li jinên cîhanê kirin ku li dijî faşîzim û dagirkeriyê rawestin. Jinan destnîşan kir dû sal derbas bû Talîban dest daniye ser rêveberiya Efganistanê û wiha gotin:

“Dû salên bi karesat derbas bû, ji bo gelê Efganistan û bi taybet ji bo jinan dû salên tije zilm bû. Dû salên ku rondikên çavê xwendekarên jin dibarîn, êşên ku dayîkên me kişandî bû. Ev her dû sal ji sefalet û zilmê pêvetir tiştek din ne anî.”